Cemîl Bayik: Rêber Apo baş fêhm dikim
Çarşem 14 Gulan 2025 - 03:40
Cemîl Bayik anî ziman weke damezrînerekî vê tevgerê ji vê yekê kelecanê werdigire û got:"Ji ber ku ez Rêber Apo gelekî baş fêhm dikim."
PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xist. Di kongreyê de biryara fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK'ê û bidawîkirinan têkoşîna çekdarî hate wergirtin.
Ji damezrînerên PKK'ê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik helwesta xwe ya têkildarî biryaran eşkere kir.
Bayik helwesta xwe bi vî rengî anî ziman:
"Me niha kongreyek pêk anîn. Di vê kongreyê de li ser fesixkirinan PKK'ê û bidawîkirina tevgera çekdarî me biryar wergirt. Weke damezrînerekî vê tevgerê ji vê yekê kelecanê werdigirim. Ji ber ku ez Rêber Apo gelekî baş fêhm dikim. Her gava ku Rêber Apo heta niha ji bo me, ji bo gelê me, ji bo tevgera me, ji bo mirovahiyê avêt, bi serketinê bi encam bû. Ji xwe ji ber vê yekê di nava tevgerê de, di nava gel de baweriyeke mezin ji bo Rêber Apo heye. Li cîhanê jî baweriya bi Rêber Apo re mezin dibe. Çawa ku min bi naskirina Rêber Apo re xwe nas kir û meşa xwe bi wî rengî dewam kir, eger ez careke din bêm dinyayê ez ê careke din Rêber Apo ji xwe re bikim esas. Dikarim bi kurtasî vê yekê bibêjim. Bijî Rêber Apo, bijî PKK."
ANF/BEHDÎNAN