PKK ketiye pêvajoyeke nû

Çarşem 14 Gulan 2025 - 03:10

Endama Konseya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal derbarê Kongreya 12'emîn a PKK'ê de parvekirin kir û got:"Bi biryareke dîrokî, têkoşîna bêhempa ya PKK'ê ketiye pêvajoyeke ji nû ve jidayikbûnê. PKK'ê bi têkoşîna xwe û nirxên ku afirandî hebûn û nasnameya gelê Kurd garantî kiriye. Niha, bi 'Avakirina Civaka Demokratîk', Kurd wê pêşengiya Ronesansa Rojhilata Navîn bikin. Meşa pîroz a PKK'ê vediguhere maratonekê."

PKK’ê derî li pêş qonaxek nû vekir

Cîgirê Serokê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî jî got:“Partiya Karkerên Kurdistanê bi kongreya xwe ya 12’an berpirsyartiya xwe ya li beramberî pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bi cih anî û derî li pêş qonaxek nû de vekir.

Hêvîdar in hikûmet, saziyên yasayî û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê jî sûd ji vê derfetê bibînin daku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi rêyên yasayî û aştiyane bê çareserkirin.”

Dawî li hincetên dagirkeriyê anî

Emîndarê Giştî yê Tevgera Esayîb Ehlî Heq Qeys Xez Elî di daxuyaniya xwe de got:“Piştî ku Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) li ser bingeha pêşengiya birêz Abdullah Ocalan fesihkirina xwe ragihand, wê dawî li nakokiya bi Tirkiyeyê re bîne. Ev biryar wê dawî li hincetên dagirkirina welatê me ya ji aliyê Artêşa Tirk ve jî bîne. Ji ber zêdetirî 183 baregehên leşkerî li sînorê Dihok û Hewlêrê hene. Ji bilî vê jî li Beşîqa jî baregehek heye.” Qeys Xez Elî xwest hikumeta Iraqê ji bo bicihanîna pêvajoya aştiyê çavdêriyê bike û ji bo pêvajo bigihê armanca xwe bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide, ji ber ku ev yek di berjewendiya Iraqê deye. Bang li parlamento û hikumeta Iraqê kir ku ji bo parastina serweriya Iraqê û vekişîna hêzên Tirkiyeyê ya ji nav xaka Iraqê, tedbîrên pêwîst bigire.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.