PKK’ê siyaseta înkarê têkbir
Çarşem 14 Gulan 2025 - 03:00
- PKK a ku beriya 47 salan hate avakirin, siyaseta înkar û îmhayê ya sedsalî ya komarê têk bir. Banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li kongreya 12’emîn a PKK’ê xist ku di 5-7’ê Gulanê de hate lidarxistin.
Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi kongreya xwe ya damezrandinê ya ku li gundê Fîs ê navçeya Licê ya Amedê lidar xistî, li Kurdistan û Rojhilata Navîn mohra xwe li nîvsedsalê xist. Bi bandora atmosfera siyasî-civakî ya salên 1970’î koma xwendekaran a bi pêşengiya Rêber Apo hatî ba hev, di 52 salên mayî de mohra xwe li Tirkiye û Rojhilata Navîn xist. Di carên ewilî de tevgera ku weke “Apoyiyan” dihate pênasekirin, di demeke welê de ku her tiştê li ser navê nasname, ziman û çanda Kurdî rû bi rûyê êrişên înkar û îmhayê dima, Rêber Apo weke “mudaxileyeke radîkal a li dîroka berjêr diçû” gaveke dîrokî avêt. Di Newroza 1973’yan de li Bendava Çûbûk a Enqereyê Rêber Apo bi komeke hevalên xwe re hate ba hev û teza “Kurdistan mêtingeh e” bi hevalên xwe re parve dike. Rêber Apo dibêje, “Me welatparêziya welatekî ku ti kes newêre navê wê jî bîne ziman, girt ser xwe.” Rêber Apo di 52 salan de ku her kêlî bi têkoşînê derbas bû, timî diyalektîka guhertin û veguhertinê esas girt û têkoşîn mezin kir. Cihê ku guhertin-veguhertinên çêkerî, programatîk û rêxistinî yên navborî lê hatin pêkanîn jî kongre bûn.
Ji doh heta îro kongreyên PKK’ê
Rêber APO di 27’ê Sibata 2025’an de bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re pêvajoyeke nû ya guhertin û veguhertinê danî pêşiya tevgerê. PKK’ê di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîs ê navçeya Lîcê ya Amedê kongreya xwe ya damezrandinê lidar xist. Kongreyên ku PKK’ê ji wê rojê heya niha pêk anîne û xisûsên esas ên wan kongreyan wiha ne:
Kongreya damezirandinê
Di kongreya ku 26-27’ê Mijdara 1978’an de bi pêşengiya Rêber Apo li gundê Fîs ê navçeya Lîcê ya Amedê hatî kirin de, damezrandina PKK’ê hate îlankirin. 22 kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de bername, tuzuk û manîfestoya partiyê hate qebûlkirin. Rêber Apo weke sekreterê giştî yê partiyê hate hilbijartin. Demek kurt piştî damezrandina PKK’ê, darbeya 12’ê Îlona 1980’an pêk hat. Gelek kadroyên pêşeng û damezrîner ên partiyê, hatin girtin. Kadroyên pêşeng ên PKK’ê û berxwedana zindanê ya sempatîzanên wê darbeyeke mezin li darbekaran xist û hêza îradeya PKK’ê nîşan da.
Kongreya 2’an destpêkirina şerê gerîla
Kongreya 2’yemîn a PKK’ê, di 20-25’ê Tebaxa 1982’yan de li kampeke li ser sînorê Sûriye-Urdun a li Eniya Rizgariyê ya Gelê Fîlîstînê, bi tevlîbûna 65 delegeyan pêk hat. Biryara “rizgarbûna ji penaberbûnê, vegera li welat û dest bi têkoşîna gerîla kirin” di kongreyê de hate girtin.
Kongreya 3’an ragihandina ARGK’ê
3’yemîn Kongreya PKK’ê jî di navbera 25-30’ê Gulana 1986’an de li Kampa Helvê a li Lubnanê hate lidarxistin. Di kongreya piştî Pêngava 15’ê Tebaxê hatî lidarxistin de biryara artêşbûnê hate standin û Artêşa Rizgariya Gelê Kurd (ARGK) hate îlankirin.
Kongreya 4’an a gerîla
4’emîn Kongreya PKK’ê jî di navbera 26-31’ê Kanûna 1990’an de li Heftenînê hate lidarxistin. Ji ber belavbûna ARGK’ê ya li Kurdistanê, ev kongre ji aliyê Rêber Apo ve weke ‘’Kongreya Gerîlayan’’ hate binavkirin. Piştî kongreyê ku di serdema hilweşîna sosyalîzma reel û Şerê Kendavê de hate lidarxistin, li Bakurê Kurdistanê şer giha astên herî bilind.
Kongreya 5’an a guherînê
5’emîn Kongreya PKK’ê di navbera 8-27’ê Çileya 1995’an de li Heftenînê hate lidarxistin. Di kongreyê de li şûna sekreteriya giştî derbasî serokatiya giştî bûn û li gel guherîna ala Partiyê di warê îedolojîk û avaniya rêxistinî de jî guherîn çêbûn.
Kongreya di pêvajoya komployê de
Kongreya 6’emîn jî di navbera 12’ê Çile û 18’ê Sibata 1999’an de li Xinêrê hate lidarxistin. Kongreya 6’emîn di serdema Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber APO de hate lidarxistin.
Kongreya 7’an guherîna paradîgmayê
Di 2-23’yê Çileya 2000’î de jî kongreya awarte hate lidarxistin. Kongre bi beşdarbûna 197 delegeyan li Qendîlê hate lidarxistin û piştî kongreyê yekem pêngavên têkildarî guherîna paradîgmayê hatin avêtin.
Kongreya 8’an pirsgirêkên navxweyî
Kongreya 8’emîn bi beşdarbûna 285 delegeyan di navbera 4-10’ê Nîsanê li Qendîlê hate lidarxistin. Kongre di serdema ku pirsgirêkên Partiyên navxweyî û hewlên tasfiyeker zêde bûbûn de, hate lidarxistin.
Kongreya 9’an Jinûve avakirina PKK’ê
Rêber Apo li hemberî hin krîzên fikrî û îdeolojîk yên di nava Partiyê de yên piştî Kongreya 8’emîn û piştî wê pêvajoya Jinûveavakirina PKK’ê da destpêkirin. 9’emîn Kongreya PKK’ê bi beşdarbûna 205 delegeyan di navbera 28’ê Adar- 4’ê Nîsanê de li Xinêrê hate lidarxistin.
Kongreya 10’an kûrbûna paradîgmayê
10’emîn Kongreya PKK’ê jî di navbera 21-30’ê Tebaxa 2008’an de li Qendîlê hate lidarxistin. Di kongreyê de mijara kûrbûna li ser paradîgmaya nû esas hate girtin.
Kongreya 11’an çareseriya demokratîk
Kongreya 11’emîn jî di serî de Sûriye û Iraq di serdema kûrbûna krîzên li Rojhilata Navîn û êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li seranserê Kurdistanê de hate lidarxistin. Di kongreyê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê gelek pêngavên weke îlana agirbestê û vekişîna gerîlayan a ji Bakurê Kurdistanê hatin avêtin. Dewleta Tirk bi cîvîna xwe ya MGK’ê ya di 30’ê Cotmeha 2014’an de Plana Çalakiyên Têkbirinê qebûl kir û piştî demeke kurt pêk anî.
Kongreya 12’an Aştî û Civaka Demokratîk
12’emîn Kongreya PKK’ê ya Awarte jî piştî 10 salên şerê dijwar, piştî banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ hate lidarxistin. Ji Kongreya 1’emîn ku weke ‘’Destwerdane radîkal a li hemberî dîrokê’’ hate lidarxistin heya roja me ya îro di 47 salan de weke encama têkoşîna bêhempa polîtîkayên têkildarî înkar û tunekirina gelê Kurd bi piranî hatin têkbirin.
PKK’ya ku mîsyona xwe ya dîrokî bi serkeftî bi cih anî, di Kongreya 12’emîn de ji bo pêkhatina Aşitî û Avakirina Civaka Demokratîk û destpêkeke nû biryarên dîrokî girtin.
Di kongreyê de biryara ‘’ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesixkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî û xebatên li ser navê PKK’ê daye meşandin bi dawî kiriye’’ hate girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN