Divê dewlet gavê biavêje

Çarşem 14 Gulan 2025 - 03:20

Welatiyan têkildarî xwefesixkirina PKKê dan zanîn ku ew dixwazin aştî pêk were û wiha axivî: “Me gelek zext dît û me gelek berdel da. Divê birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad êdî fikrên xwe bibêje.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 27'ê Sibatê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û xwest ku PKK kongreya xwe bike û xwe fesix bike. Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) 1'ê Adarê agirbest îlan kir. 12'ê Gulanê PKK'ê encamê danezana kongreya xwe ya 12'emîn aşkere kir. Di encama kongreyê de hat gotin ku xebatên li ser navê PKK'ê bi dawî bûyê û PKK'ê xwe fesix kiriye. Têkildarî xwefesixkirina PKK'ê welatiyên Amedê axivîn.

Welatiya bi navê Remziye Oluç destnîşan kir ku ew dixwazin aştî pêk were û wiha axivî: “Me gelek zext dît û me gelek berdel da. Divê birêz Abdullah Ocalan bi awayekî azad êdî fikrên xwe bibêje.”

Welatiyê bi navê Omer Erdogan da zanîn ku çekberdana PKK'ê gelek balkêş e û wiha got: “Divê herdu alî dilrast bin. PKK'ê gav avêt divê dewlet gel nexapîne. Gel di nav aştiyê de bijî. Gelê kurd dixwazê ku wekî gelên din wekhev bijî.”

Welatiyên bi Devran Bulut jî diyar kir ku biryara PKK'ê gelek girîng e û ev tişt got: “Di vê rê de gelek kes canê xwe feda kir. Em kêfxweş in ku êdî kes namire. Yê ku ciwanê in dimirin, tevahî yên me ne. Hêsirên tevahiya dayikan yek reng e. Divê êdî mafê gelê kurd were dayîn.”

Abdulkudus Kaynak jî destnîşan kir ku gelê kurd her dem aştî dixwest û wiha got: “Em hêvîdar in ku wê her tişt baş bibe. Azadiya Abdullah Ocalan wê pêvajoyê jî pêş bixe.”

Welatiyê bi navê Siddik Baran jî diyar kir ku ji bo pêvajoyê ew gelek kêfxweş in û wiha axivî: “Aştî pêk were wê li welatê me aramî çêbibe"

AW / AMED / OMER DEMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.