Êdî hincetên dewletê ji holê rabûn

Çarşem 14 Gulan 2025 - 03:15

Civaknas Dogu Ergîl diyar kir ku PKK'ê peyamek daye ku têkoşîna siyasî wê geştir bibe û êdî hincetên dewletê ji holê hatine rakirin. Endamê Konseya Şêwirmendiyê ya ji Anatoliya Navîn û civaknas Prof. Dr. Doğu Ergîl bal kişand ser girîngiya kongreyê. Ergîl diyar kir ku kongre ji ber sedemên ewlekariyê bi awayekî girtî pêk hatiye û destnîşan kir ku fikarên li ser ewlekariyê ne tenê bandorê li dema kongreyê, cihê wê jî dike û  got:’’Vê rewşê rê li ber vekir ku kongre li gelek cihan bê lidarxistin. Bi gotineke din, nîşan dide ku rewşa şer, qet nebe bi pratîkî, heta kêliya dawî jî dewam dikir. Niha tenê ji ber ku agirbest hatiye îlankirin, tê texmînkirin ku ev hevdîtin tê kirin û encamên wê di vê kêliyê de tên eşkerekirin. Ev texmînek e. Her kes li ser deklarasyona encamê disekine. Ji ber ku hê gelek tiştên nediyar hene. Lêkolîn nîşan didin ku çareseriya vê pirsgirêkê demeke dirêj e ne bi windahiyên hevpar û êşên li ser travmayên berê, her tim bi nêrîneke yek alî ya êşê hatiye pêşxistin; feraseta ku 'aliyekê neheqî lê hatiye kirin, êrîş hatiye kirin'. Dema li paş xwe dinêrin, li ser pevçûnên ev nîv sedsal e dewam dikin lihevkirinek heye.”

Divê civak bê amadekirin 

Ergîl da zanîn ku pêvajo wê ji aliyê hestewarî ve hêsan nebe û got:"Eger li welatê xwe dijminekî navxweyî çêbikî û weke welatparêziyê li dijî wî dijminî şer bikin, li vê derê mirin hebe mafdarkirina aliyê din weke dozeke mafdar a li ser bingeha pêşîgirtina li parçebûn û beralîkirina dijminên biyanî, xwegihandina lihevkirinê wê gelekî zehmet be. Piştî vê yekê jî weke 'projeya biratiyê' tê binavkirin. Ji nişka ve ne hêsan e ku 'dijminê te' bibe birayê xwe. Heta niha ew kujerê te bû, dijminê te bû, fîgurê te yê dabeşker bû. Lewma ev yek wê ji aliyê hestewarî ve ne hêsan be. Pêwîste civak bê amadekirin."

Tevgera Kurd wê çalak bibe 

Ergîl anî ziman ku di peyama PKK’ê de derketiye holê ne tunebûn bêhtir têkoşîna siyasî balê dikişîne û got:“PKK dibêje em ê têkoşîna xwe mezintir bikin. Dibêje ev têkoşîna siyasî wê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, wekhevî û civaka demokratîk bê meşandin û tê gotin ku çi dikeve ser milê wan wê bicih bînin. Her wiha, di peyamê de çend xalên din jî hene; fikarên ekolojîk ên di siyaseta Tirkiyeyê de ne girîng in, azadiya jinê, tevlîbûna civaka rêxistinbûyî li siyasetê, rola ciwanan e. Li ser van mijar û qadan çend giraniyên cidî hene. Hemû jî sernavên pir xweş in. Piştî vê yekê, navê wê çi be bila bibe, gelo PKK wê di bin navekî din de hebûna siyasî bi dest bixe, ya jî hebûna xwe mayînde bike yan jî bi yekîtiya di bin banekî din de bi DEM Partiyê re bidomîne, ev hemû pêkan in. Lê wê giraniyeke mezin ji siyasetê re bê dayîn û tevgera siyasî ya Kurd wê gelekî çalak bibe û dînamîzmê bi dest bixe.”

Hincet ji holê rabûn 

Ergîl diyar kir ku hincetên ji bo ‘terorîzmê’ ji holê rabûnê û got: “Niha bahaneya ku hikûmet û dewletê pişta xwe dispêre 'terorîzmê' ji holê radibe. Ji ber vê yekê divê hemû sûcên têkildarî terorê jî bi dawî bibin. Ji ber tifaqa hilbijartinê ya 'konsensûsa bajarî' gel hatin destgîrkirin. Niha, hêza ku ev kir çû bi aliyê din re muzakere bike, tê wateya mûxatabên din. Baş e wê çi bibe? Dema bahaneya van mirovên hatine binçavkirin ji holê rabe, wê rewşa mayîna li girtîgehê jî êdî biqede. Ji niha û pê ve wê pênaseya welatîbûnê êdî bi etnîkî û olî ve bê girtin. Wê pênaseyeke nû hebe ku her kesên di nava van sînoran de heyî bi rengekî wekhev bên naskirin. Di vê mijarê de têgihiştineke pir pêşketî heye; lê belê yên li ber xwe didin jî hene. Qonaxa hêsan derbas bûye. Qet ne hêsan bû, lê ji niha û pê ve bi gelek têketinên nû yên demokratîk ên ku em bi kar nînin wê Tirkiye were guhertin. Ji bo ku Tirkiye ji vê yekê re bibe alikar wê hinek dem bigire.

MA/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.