Banga Rêber Apo wê pirsgirêkan çareser bike

Şemî 10 Gulan 2025 - 03:25

Hesen Marif bi lêv kir ku wê banga dîrokî ya Rêber Ocalan pirsgirêkan çareser bike û got:” Pêşengtiya dîrokî ya Rêber Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka gelên herêmê û Rojhilata Navîn e.”

Çalakvan Hesen Marif da zanîn ku banga Rêber Apo ya ji bo aştiyê wê çareseriyê ji pirsgirêka Kurd re bîne û got:” Pêşengtiya dîrokî ya Rêber Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka gelên herêmê û Rojhilata Navîn e.”

Çalakvanê civaka sivîl Hesen Marif di derbarê giringiya banga dîrokî ya Rêber Apo ya ji bo aştî û civaka demokratîk, her wiha bandora wefata Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partî û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder a li ser pêvajoya aştiyê axivî.

Çalakvan Hesen Marif di destpêka axaftina xwe de behsa wefata Sirri Sureyya Onder kir û got: “Wefata  Onder ziyeneke mezin bû ji bo pirsa aştî û demokrasiya li Tirkiyeyê. Rast e ew bi eslê xwe Tirk bû, lê ruhekî wî yê şoreşgerî hebû. Vê yekê jî wisan kiribû ku rolek bi bandor di pêvajoya aştiyê de hebe.”

Di derbarê pirsgirêka Kurd de jî Hesen Marif got: “Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke piralî ye û bi dirêjahiya sedsalên borî ev pirsgirêk ketine li serhev, bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê. Birêz Ocalan pêşengtiyek dîrokî kir û banga aştî û çareseriya pirsgirêka gelên herêmê û Rojhilata Navîn ragihand. Lê dewleta Tirk ku li ser bingehê netewperestiya Tirk avabûye, rê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê nade.”

Di dawiyê de jî Çalakvan Hesen Marif got: “Pêşengtiya dîrokî ya Rêber Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka gelên herêmê û Rojhilata Navîn e.”

ROJNEWS/SILÊMANΠ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.