Sozên wan bi tenê gotin bûn
Çarşem 12 Sibat 2025 - 02:50
Di dawiya salên 1980’ê yan de rejîma Baas a Iraqê êrişeke berfireh ya hewayî li ser herêmên Başûrê Kurdistanê pêk anî. Di careke Enfal bi ser gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê de kir. Di vê pêla Enfalê de bi hezaran gund hatin wêrankirin û bi dehan hezar welatiyên Kurd hatin veguhestin bo çolên Ereban û Girtîgeha Nûgreselman û gelek cihên din ên metirsîdar. Li wir bi awayê komî û zindî hatin qetilkirin û bi awayek komî xistin di çalan de. Lê beşeke biçûk ji mexdûrên pêla Enfalê karîbûn rizgar bibin. Yên ku malbatên wan li ber çavên wan hatin kuştin, niha ew jî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tên paşguhkirin, tu xizmet ji wan re nayê kirin.
Hinek ji rizgarbûyiyên Enfalê yên Helebceyê, derbarê paşguhkirin û cîbicî nekirina daxwazên wan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve axivîn. Yek ji rizgarbûyiyên Enfalê Baram Mecîd diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistane gelek soz û gotinên mezin dane wan, lê tu sozên xwe bicih ne anîne û got; “Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav zêdetir ji 30 salan de tenê pênaseyek bê mûçe ji me re çêkiriye. Li beramberî daxwazên rizgarbûyiyên Enfalê gelek û gelek bêdenge. Lewra em gelek nerazî ne û ji ber sozên derew em westiyane. Gelek caran em çûne Hewlêr û Silêmaniyê lê tu kesî guhê xwe nedaye me.”
Mihemed Elî ku ew jî yek ji rizgarbûyiyên Enfalê ye hest û nerazîbûnên xwe bi van gotinan parve kir:“Hikûmetê em spartin qedereke nenas û piştre jî dibêjin divê hûn mûçeyê xwe ji Hikûmeta Iraqê bigirin. Em jî nizanîn heta kengê çaverêyî vê yekê bikin, heta ku Hikûmeta Iraqê guhê xwe dide daxwazên me.’’
ROJNEWS/HELEBCE