Êşa Enfalê hê jî dewam dike

Duşem 15 Nîsan 2024 - 00:18

Enfal çîroka herî trajîk ya mirovahiyê ye ku rejîma Baas di vê çîrokê de gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê  di komkujiyên hovane re derbas kir. Rejîma qirker a Baasê di 8 qonaxan de pêla Enfalê pêk anî û di encamê de 182 hezar jin, zarok û mêrên bê guneh yên Kurd qetil kirin. Tenê di qonaxa sêyem a Enfala Germiyanê (7’ê Nîsanê-20 Nîsan-1988) de bi sedan gund wêran bûn, 50 hezar kes jî sirgûnî Nugreselman û Topzawa bûn û bi armanca qirkirina gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê bi saxî hatin binaxkirin. Di vê derbarê de Hawrê Peşrew, xizm û çalakvanê Enfalê ji Rojnewsê re behsa pirsgirêk û daxwazên xizmên Enfalê û sedemên cîbicih nekirina daxwazên wan dike.

Biryar nehatin bicîh anîn

Hawrê Pêşrew got; “Enfal sûcê herî mezin bû ku li hemberî gelê Kurd hat kirin. Di sala 2007’an de Dadgeha Bilind a Tawanan ya Iraqê çend biryar derbarê van tawanan de da, wek naskirina Enfalê weke jenosîd, lêborîna ji malbatên qurbaniyên Enfalê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, vegerandina cenazeyên şehîdan û avakirina gundên ku ji aliyê rejîma Baas ve hatine wêrankirin. Lê mixabin ji roja derketina van biryaran ve, hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî wan biryaran tevnegeriyan. Niha her du mehan carekê mûçeyê xizmên mexdûrên Enfalê tê dayîn. Rewşa wan pir xerab e, bi taybetî kal û pîrên me hemû nexweşin û nikarin debara xwe bikin. Ji ber vê yekê divê hikûmet van mijaran berçav bigire û li gor wê yekê tevbigere. Di dema Enfala Germiyanê de tenê li derdora bajarokê Kelarê 20 hezar kes bi saxî hatin binaxkirin. Ji 20 hezar kesan tenê 399 cenaze anîn goristana Rizgarî ya Germiyanê. Hîn jî nêzî 275 gorên komî yên ku nehatine vekirin, hene.”

Desthilat kujerên Enfalê bikar tîne

Di dawiyê de Hawrê Peşrew bal bire ser wê yekê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryarên dadgehan bi cih nayne, ji bicih anîna van biryaran ditirse û got:“Ji ber ku niha hinek ji tawanbarên Enfalê di nav desthilatê de ne û desthilat wan di dema hilbijartinan de bikar tîne. Divê mirov her tim zextê lê bike da ku daxwazên me û biryarên Dadgeha Federal bicîh bînin. Em weke xizmên mexdûrên Enfalê heta bicîh anîna biryaran, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.