Divê medya rola xwe pêk bîne
Pêncşem 24 Nîsan 2025 - 02:55
Rojnamevanên bal birin ser rewşa medyayê wiha gotin:"Nexasim erkê medyaya niştîmanî ew e ku li gorî peyamê divê xelk çi bike, çawa nêzîkî pirsa aştiyê bibe ji bo ku bi pêş ve bibe."
Piştî 127 salan rojnamevan balê dikişînin ser bandor û hêza ragihandinê ya di pêşxistina mijarên jiyanî de. Berpirsê Karê Nûçeyan ê Dezgeha Medyayê ya KNN’ê Karwan Salar û Berpirsê Karê Nivîsê ya Nûçeyan a Malpera Spî Medya Şiwan Mihemed axivîn.
Berpirsê Karê Nûçeyan ya Dezgeha Medyayê ya KNN’ê Karwan Salar bal kişand ser bandora medyayê ya li ser peyama Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û wiha pêde çû: “Pir girîng e ku medyaya Kurdî vê bangê bi pêş ve bibe û li xelkê bide nasîn. Mixabin ji aliyê beşek ji medyayên heyî ve li ser bingehê şer û nakokiyan, berjewendiyan, li ser xwest û daxwazên şerin ne li ser xwendineke cuda ya ji bo peyamê ne. Nexasim erkê medyaya niştîmanî ew e ku li gorî peyamê divê xelk çi bike, çawa nêzîkî pirsa aştiyê bibe ji bo ku bi pêş ve bibe. Hinek medya jî hebûn ne ku bûn xwedî rolên baş bûn xwedî helwestek dijber jî. Medyaya ku bi berpirsyar tevnegerin wê bikevin ber lêpirsînên dadgehên gel."
Berpirsê Karê Nivîsê ya Nûçeyan a Malpera Spî Medya Şiwan Mihemed rexne li ragihandina Kurdî girt û diyar kir ku ragihandina Kurdî di asteke xirab de ye û got: “Di 33 salên dawî de me nekarî qonaxeke nû ji bo karê rojnamevaniyê ava bikin. Çi di warê têkiliyên navbera partî û medyayê de, çi jî di warê xwe nûkirina medyayê de. Ev jî rexneyeke ji bo medyayên Kurdî yên li Başûrê Kurdistanê di qonaxeke mezin de ne.”
SILÊMANÎ/ROJNEWS