‘Divê em normal nekin’

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 29 Kanûn 2021 - 22:00

  • Zehra Dogan ji lîsteyan hez nake, lê aliyekî wan ê baş jî dibîne: Dikin ku nasnameya me derkeve pêş, tenê ev min kêfxweş dike. Di nav berxwedanê de hewce ye em nasnameya xwe jî bidin qebûlkirin. Ji bo wan kesên ku dixwazin me biqelînin, dibe bersivek.

ARDÎN DÎREN

Malper û kovara “Art Review” di hejmara xwe ya Kanûna 2021’ê de 100 hunermendên herî bi hêz û tesîr yên dinyayê neqandibûn. Di nav van kesan de huremenda Kurd Zehra Dogan jî hebû. Zehra Dogan, li Ewrûpayê û Başûrê Kurdistanê di van salên dawiyê de bi çalakiyên xwe yên hunerî derket pêş, herî dawî bi kitêba xwe ya “Prison n°5” ya ku ji xêzan pêk tê, behsa êrişên dewleta Tirk li dijî îradeya siyasî ya Kurdan, êrişên li dijî xwerêvebiriyan û zilm û êşkenceya li hepsan kiribû.

Zehra Dogan niha li Silêmaniyê dimîne û li wir di nav xebatên jîneolojîyê de cih digire. Em bi Zehrayê re li ser lîsteya ku ew jî tê de ye, axivîn. Her wiha wê rewşa Kurdistanê û bûyerên di nav salê de qewimîn jî bi bîr anî û got, “Kurdan weke her carê, îsal jî li ber xwe da û encamên baş jî girtin, lê divê em ji bîr nekin, qetlîamên serdestan her dewam dikin û divê em hin tiştan normalîze nekin û wisa nêzîk nebin. Ev yek girîng e.”  

‘Hez nakim û rexne dikim’

Zehra Dogan anî ziman ku her sal edîtorên hin kovaran tên gel hev ji bo lîsteyên wiha çêkin û hin hunermendên ku bi karên xwe derdikevin pêş û bandorê li ser xelkê çêdikin, weke kesên bi tesîr dinirxînin. Lê li gorî em ji Zehrayê fêhm dikin, agahiya wê ji vê lîsteyê çênebûye, yanî kesî jê re ev tişt negotiye. Zehra da zanîn ku wê weke şexs qet ji van lîsteyên ku tên çêkirin hez nekiriye û van lîsteyan rexne dike, “Wek şexsiyet, ez ji van lîsteyan hez nakim û rexne jî dikim. Ne mumkin e ku di salekê de kesek ji kesekî din baştir be û tesîra wan zêde be. Her wiha hin kes jiyanê weke pêşbirkekê dinirxînin, ez li hember vê hişmendiyê me jî. Lewma, piştî ku hin tişt vediguherin pêşbirkê, mirov tahmê ji kar û xebatên xwe nagire.

Piştî demekê, êdî ev kes ji mirov tiştên ajîtatîf, dekoratîf û populer dixwazin. Tenê ji bo mirov bikevin van lîsteyan, dixebitin û bala wan diçe ser vê yekê, ne ku zêde karê te dişopînin yan jî ji karê te fêhm dikin.”  

Xwekuştina hunermend

Dogan got, ev kes zêde guh nadin jiyana hunermend û rewşa wan a polîtîk û zêdetir dixwazin bi tiştên populer re mijûl bibin û bêhtir dixwazin van hêlên wan derxin pêş. Zehra bi bîr xist ku ya muhim, babet û jiyana hunermend e: “Her huner bi serpêhatiya xwe bi qewet e. Lê ev kes bîr nabin û ji bo wan ya muhim pêşbirk û lîste ne. Heger hunermend tenê li pey vê yekê here û xwe li vî tiştî bigire, wiha nabe. Wê gavê huner û hunermend jî dimire. Ev nêzîkatî dike ku hunermend xwe bi xwe bikuje. Ji ber gava huner ji bo pêşbirkekê were ava kirin hêla wê ya menewî dimire.” 

‘Hêla baş nasname derdikeve pêş’

Li gel van rexneyan Zehra Dogan dîsa jî van lîsteyan ji bo hunermendan girîng dibîne û sedema girîngbûnê jî wiha rave dike, “Berê jî dîsa navê min li lîsteyan zêde kiribûn. Ji ber ku li wir dinivîsin, jineke Kurd e û serketî ye, ev yek hêja ye ji bo min. Ji ber ku hîna jî welatê me parçebûyî ye û nasnameyeke me tine ye. Ev yek dike ku nasnameya me derkeve pêş, tenê ev yek min kêfxweş dike, wekî din bala min zêde nakişîne bi rastî jî. Di nav berxwedanê de hewce ye em nasnameya xwe jî bidin qebûlkirin. Gava hin kovar û malperên navneteweyî dinivisînin, welatên serdest jî vê yekê dibînin û navê me bi bîr tînin. Ji bo wan kesên ku dixwazin me biqelînin, dibe bersivek. Ez bi vî awayî dinirxînim û ev hêla wan a baş heye.”

‘Bi kesayetî birîndar bûm’  

Dogan, derbarê rewşa hepsan de jî peyivî û got, “Çend hevalên me di girtîgehê de şehîd bûn. Hevaleke me ya jin, pêşî tecawizî wê kirin û dawiyê jî ew kuştin. Lê dîsa jî me ne li Bakur û ne jî li dinyayê karîbû dengê xwe bilind bikin û xelkê bi vê rewşê bihisînin. Ev rewş hatiye normalîzekirin û normal tê dîtin. Şexsî, ez birîndar bûm ji ber ku me nikarîbû tiştekî bikin.”

‘Divê em xwe rexne bikin’

Zehra Dogan got, ji ber ku reşikek hat kuştin li dinyayê kampanyayên “Black Lives Matter” hatin lidarxistin û xelk rabû ser piyan. Ev tiştek baş e, lê gava mesele dibe Kurd, kes vê helwêstê nîşan nade mixabin”. 

Dogan, wiha dawî li gotinê xwe anî; “Di nav vê salê de li Konyayê 7 Kurd ji malbatekê hatin kuştin, balafirên Tirkiyê her roj Rojava bomberan dikin, dîsa li Şengalê qetlîam pek anîn û li zindanên Îranê Kurd tên bidarvekirin. Lê ne xema kesî ye. Kesayeteke wek Aysel Tugluk ku ji bo nifşên weke me mînak e, ev çend meh in ku nexweş e, lê em nikarin ji bo wê tiştekî bikin. Yanî ji bo Kurdan bi giştî saleke ne baş bû. Em kesên li derve çi hunermend û çi jî siyasetvan, divê em xwe rexne bikin ji bo vê yekê.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.