Divê dewleta Tirk bê dadgeh kirin

Duşem 2 Îlon 2024 - 02:35

Rûniştina 4’an a Konferansa Aşitî û Demokrasiyê ku li Berlîna paytextê Elmanyayê tê lidarxistin, bi panela sernavê ‘Sûcên Şer ên Dewletan’ dewam kir. Moderatoriya panelê Dr. Nazan Ustundag kir û Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Fuad Omar, Wêjevan Asli Erdogan, Parlementerê berê yê HDP’ê Garo Paylon û Derhênerê Giştî yê Draw Medîa Mohammed Raoof Abdulazzez beşdar bûn dewam kir. Mohammed Raoof Abdulazzez ê bi rêya Skype beşdarê panelê bû, têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûr û baregehên leşkerî yên li wir agahî dan. Abdulazzez diyar kir ku bombebaran û komkujiyên dewleta Tirk ên li Başûr mijara dadgehên cezayê yên navneteweyî ne û anî ziman ku di êrîşên dewleta tirk de bi sedan kes birîndar bûne û komkujiyeke mezin a xwezayê hatiye kirin.

Dewleta Tirk sûcê şer dike

Nûnerê PYD’ê yê Ewropayê Fuad Omer bi bîr xist ku di şerê li Rojava tê berdewam kirin de bi hezaran kes şehîd bûne û piraniya şehadetan jî bi encama êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê çêbûne. Omar diyar kir li gorî qeydên saziyên navneteweyî yên sala 2018’an di dema dagirkirina Efrînê de li Sûriyeyê bûn, 900 sivîl hatine qetilkirin û di nava wan de jin û zarok jî hene. Omar anî ziman ku 9 hezar û 756 kes jî birîndar bûne û 139 qeydên destavêtinê jî ji aliyê van saziyan ve hatiye tespîtkirin, lê gelek jin ji ber zexta civakî veşartine. Omar ragihand ku li Efrînê zêdeyî 400 hezar kes ji cihê xwe hatine kirin, li şûna wan kesên ji herêmên din hatine bicihkirin, zêdetirî 400 hezar dar, 52 cihên dîrokî û 15 cihên baweriyê bêkêr bûne. Her wiha anî ziman ku li herêmên Serêkaniyê û Girê Spiyê zêdeyî 10 hezar kes bi zorê ji cihê xwe hatin koçber kirin û bi hezaran kesên li şûna wan hatine bicihkirin. Omar diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan li Rojava weke rêber tê qebûlkirin û li ser felsefeya wî avabûn çêdibin û got dewleta Tirk bi komkujiyan bêtehemûliya xwe ya li hemberî vê rewşê nîşan da. Omer destnîşan kir ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo pêşxistina têkiliyên bi dewleta Sûriyeyê re, bi armanca têkbirina destkeftiyên Kurdan e û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên sûcên li dijî mirovahiyê dike, helwestê nîşan bidin.

Qirkirin nayê dîtin

Siyasetmedar Garo Paylan li ser mijarên şer û koçberiya bi darê zorê ya li Kafkasyayê rawestiya û bêdengiya cîhanê ya li hemberî koçberiya bi darê zorê ya li Qerebaxê rexne kir. Paylan diyar kir ku divê bêdengiya li hemberî komkujiyên li Rojava û Kafkasyayê bê lêpirsînkirin. Paylan bi bîr xist ku di heman demê li Xezeyê mirov tên bombekirin, bi deh hezaran mirov hatine qetilkirin û xerabî li cîhanê bûye tiştekî asayî. Paylan komkujiya Ermenan bi bîr xist û diyar kir ku gelê Kurd îro di pêvajoyeke bi vî rengî re derbas dibe. Paylan anî ziman ku li hemberî vê rewşê gotinên weke 'em poşman in' û 'em bi fikar in' bes tê dîtin. Konferansê doh jî bi komxebat, panel û nîqaşan dewam kir.

Hewldana Ocalan ji bo aştiyê

Beşdarên ku rûniştinên roja ewil di saetên êvarê de bi dawî kirin, bangên xwe yên aştiyê li qada Hermannplatzê bi daxuyaniya çapemeniyê ragihandin. Daxuyanî ji aliyê Wezîrê Edaletê ê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson û Prof. Dr. Neşe Ozgen û Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle ve hat kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji dîrokî heta roja îroyîn ji bo pêkanîna aştiya civakî hewldaneke pir jidil kiriye.

ANF/BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.