Pêvajoya demokratîk destpê bikin
În 27 Hezîran 2025 - 03:45
- Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û akademîsyen di heman demê de demên borî parlamentera CHP'ê Bînnaz Toprak ku beşdarî konferansê bûn li ser gavên ku ji bo avakirina aştiyê divê werin avêtin nirxandin kirin.
Bi banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO pêvajoyek nû dest pê kir. PKK'ê di 1'ê Adarê de agirbest îlan kir û dû re jî di 12'yemîn kongreya xwe ya di 5-7'ê Gulanê de jî biryara çek danîn û fesh kirinê da. Her çend dewletê tu gavên berbiçav neavêtine jî, ji hêla komên civakî ve hewl tê dayîn ku aştiyê ava bikin. Yek ji van konferansa ku ji hêla Înîsiyatîfa Civakî ya ji bo Aştiyê ve bi sernavê "Vekirina Rêya Aştiyê" hat lidarxistin bû. Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û akademîsyen di heman demê de demên borî parlamentera CHP'ê Bînnaz Toprak ku beşdarî konferansê bûn li ser gavên ku ji bo avakirina aştiyê divê werin avêtin nirxandin kirin.
Pêvajoyek guhertin û veguherînê
Gultan Kişanak, diyar kir ku Tevgera Kurd berpirsiyariyên xwe bi cih aniye û gavên berbiçav avêtiye û got:"Eşkere ye ku di nêzîkatiya hikûmetê de hinekî serhişkî heye. Ev yek nîşan dide ku pirsgirêkek heye. Ev pirsgirêk ne ewqas kûr e ku neyê çareserkirin. Diyalog, danûstandin, çûn û hatina ji giravê û rewşa xwedîderketina li pêvajoyê, her çend bi teorîkî be jî, berdewam dike. MHP biryar daye ku li 81 parêzgehan civînan li dar bixe da ku pêvajoyê ji raya giştî re rave bike û berpirsiyariyê bigire ser xwe. Divê AKP û partiyên din ên siyasî heman tiştî bicîh bînin. Pêvajoya çareseriyê tê wateya pêvajoyek guhertin û veguherînê."
Aştî ji bo jinan prensîb e
Gultan Kışanak, bi bîr xist ku jin di pêvajoya aştiyê de çalaktir in û destnîşan kir ku aştî ji bo jinên ku dibin hedefa şer meseleyek prensîbî ye û got:"Jin di vê pêvajoyê de li gorî beşên din ên civakî amadetir, bi biryartir û çalaktir in. Jin bedela herî giran a şeran didin, ji ber vê yekê aştî ji bo jinan meseleyek prensîbî ye. Wekî jinên li van axan, me ceriband û dît ku şer çawa bandorek neyînî li ser jiyana me dike, ji ber vê yekê çavkaniyên motîvasyonê hene ku em wekî jin werin cem hev, ji bandorên neyînî yên şer xilas bibin û têkoşîna aştiyê mezin bikin."
Nikarin bibin dijminên hev
Gultan Kişanak, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd bi salan e tê nîqaşkirin lê tu gav nehatiye avêtin, ji bo çareserkirina pirsgirêkê wiha nêrînên xwe anî ziman:"Danûstandina civakî rewşa hevdu nas kirin û çîrokên xwe ji hev re vegotin e. Danûstandina civakî çîroka dayika Eren Bulbul e ku ji hev re çîroka dayika Ugur Kaymaz vedibêje. Yên ku çîrokên xwe ji hev re vedibêjin nikarin bibin dijmin, ew hewl didin ku hevdu fêm bikin û çareseriyan biafirînin. Têrê nake ku mirov danûstandinê wekî maseyek ku aktorên siyasî lê rûdinin bibîne. Divê em di her qada jiyanê de danûstandinê bidomînin. Ez hemî beşên civakê, bi taybetî jinan, vedixwînim ku bi gotin û daxwazên xwe bi awayekî dînamîk bibin mijarên vê pêvajoyê."
Ger ji dil bin pêvajoyê destpê bikin
Akademîsyen û parlamentera berê ya CHPê Binnaz Toprak got: "Aştî bi gotina aştî nayê. Ji bo ku aştî pêkan be, hawîrdorek demokratîk hewce ye ku her kes bikaribe raman û nasnameyên xwe azad îfade bike. Hawîrdorek hewce ye ku divê dewleta hiqûqê lê bixebite. Divê pirsgirêka aborî were çareserkirin. Tirkiye nikare pergala hikûmeta serokatiyê birêve bibe, divê ev biguhere. Ger Tirkiye bikaribe bibe welatek demokratîk ku hiqûq lê bixebite, pirsgirêk wê ji holê rabe. Ger Serokkomar û Devlet Bahçelî, samîmî bin, divê ew tavilê pêvajoya demokratîkbûnê dest pê bikin."
Divê nîqaş eşkere bin
Binnaz Toprak diyar kir ku ev pêvajo têrê nake ku kesên desthilatdar bi Ocalan re biaxivin û pêvajoya aştiyê pêk bînin û got:"Hemû kom pirsgirêk û daxwazên wan hene, û pêdivî ye ku ev werin çareserkirin, lê divê hawîrdorek were afirandin ku her kes bê tirs xwe îfade bike. Ji bo ku em karibin pêvajoyek aştiyê ya rastîn bi dest bixin, divê nîqaş eşkere bên kirin. Yên ku alîgirê aştiyê ne û yên ku li dijî aştiyê ne, divê bikaribin azad nêrînên xwe bînin ziman."
JINNEWS/STENBOL