Divê dewlet ji dil be

În 13 Hezîran 2025 - 03:25

Dîlan Abay, di sala 2010’an de tevlî PKK’ê bû, demekê di nava PKK’ê de têkoşiya, bi destpêkirina êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê re derbasî bajarê Kobanê bû. Dîlan Abay, di 15'ê Cotmeha 2014'an di dema şerê li dijî DAIŞ’ê de şehîd bû. Dîlan Abay, di 14’ê Adara 2015’an de li gundê Têcirê hate definkirin. Bavê Dîlan Abayê, Mehmet Abay ku li gundê Têcirê yê Îdirê dijî, têkildarî banga Rêber APO û pêvajoyê axivî. Abay, diyar kir ku divê malbatên Tirk û Kurd ên ku zarokên xwe di şer de windakirine bên cem hev û bibin dengê aştiyê. Abay, bibîr xist ku gelê Kurd êşên mezin kişandine û got:“Banga Aştî  û Civaka Demokratîk a Rêbertiyê, daxuyaniyeke dîrokî ye. Wek bavê şehîdekê ya ku em li hêviyê bûn, ev bû. Îro em naxwazin êş bikeve nava malbatên leşker, polîs û gerîla. Bila êdî kesek zarokên xwe winda nekin. Em çaverê ne ku pêvajo bi êrênî biencam bibe.” Abay destnîşan kir ku divê di vê pêvajoyê de dayik û bavên her du aliyan piştgiriyê bidin aştiyê û got:"Kesek belasebep naçe mirinê. Divê sedemên esasî yên şer bên çareserkirin. Îro li ser çekdanînê tê axaftin. Em jî dixwazin çek bên berdan lê divê em li ser çareseriyeke hevpar lihev bikin û ji bo çareseriya pirsgirêkên gav bên avêtin.” Abay, gotina kesên dibêjin “Ma çi yê Kurdan kêm e, di her derê de cih digrin” bi bîr xist û got:"Belê rast e hinek Kurd dikarin li her derê de cih bigrin lê belê yê bibêje ‘ez Kurd im’ bi tu awayî hebûna wî nayê qebûlkirin. Kurd dikare bibin her tişt lê nikarin bibin Kurd. Mînak ez jî Kurd im lê ji bo çi ji kar hatim avêtin? Du zarokên min hene zanîngeh xilas kirin, lê nikarin têkevin tu karekî. Ev ne ji bo min tenê wiha ye bi hezaran Kurd di heman rewşê de ne.” Abay, destnîşan kir ku ji bo aştiyê jidilbûn divê û axaftina xwe wiha bi dawî kir:“Hêj gelek girtiyên nexweş û bi deh hezaran girtiyên siyasî zêdetirî 30 sal in di girtîgehan de ne. Beyî sedem bi hincetên cihê tehlileya wan tê astengkirin. Heta niha dewletê tu gaveke şênber neavêtiye. Ger dewlet jidil be divê berê girtiyên siyasî berde. Divê her du alî jî gavan biavêjin."

MA/ÎDIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.