Divê berxwedan bi ser keve

Pêncşem 13 Cotmeh 2022 - 02:32

Fermandariya Biryargeha NPG'ê destnîşan kir ku şerê binerdê û tunelan û şerê bi tîmên pispor ên koordîneyî, hîmên esasî yên Şerê Gel ê Şoreşgerî ne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji bo fermandar û şervanên Hêzên Parastina Gel peyamek weşand û got, "Roja îro Tekoşîna Azadiya Kurdistanê li ser hîmê meşa Rêber Apo ya 50’î salî, di qonaxeke pirr girîng de ye.

Di van heft salên derbas bûyî de, dewleta Tirk ji bo gerîla tesfiye bike, Şoreşa Rojava, ango Bakur û Rojhilatê Suriyê ji holê rake û li ser vî esasî paşve gav avêtinê li ser Rêber Apo ferz bike; hewldanên pirr berfireh bi pêş xistin. Bêgûman hem tecrît û îzolasyona li Îmralî kûr kiriye, hem jî li ser gel, li ser siyaseta demoktatîk a Kurd û siyaseta demokratîk-çepgir a Tirkiyê, cardin li ser tevgera jina azadîxwaz û ciwanên Kurdistanê zextên faşîzan pirr berfireh bi pêş xistin. 

Niha di navbera hêzan de nakokî geş bûye û Tirkiye dixwaze li herdû aliyan bilîze. Hem endamê NATO´yê ye, hem jî bi Rûsyayê re di têkiliyê de ye. Ew bi xwe beşdarî ambargoya li ser Rûsya nabe, dixwaze ji vê sûdê bigire û heta niha sûdê digire. Bi vî rengî dixwaze bi taybet li hember Tevgera Azadiya Kurdistanê ji Rûsya piştevaniyê bigire, heta rejîma AKP-MHP'ê dixwaze bi piştevaniya Rûsyayê biçe hilbijartinê, da ku di hilbijartinê de jî bi ser bikeve. 

Li Kurdistanê jî ji xwe dijmin dixwaze xeta hevkar bi hereket bike, cerdevanan li her derê çalak bike û cardin sîxuriyê bi pêş bixe. Li deverên wekî Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê sîxuriyê çalak bike û destketiyên wê derê bêwate bike.

 

Tirkiye wê PDK´ê jî tesfiye bike 

Dijmin li Başûrê Kurdistanê jî hem sîxuriyê bi pêş dixe û hem jî li vir bi xeta Kurd a hevkar PDK’ê re hevpeyman çêkiriye. Hevpeymaneke veşartî ye ji bo ku tevgera me bê tesfiyekirin. Dijmin dixwaze ku doza Kurd bi destê Kurdên hevkar têk bibe. Di vê xisûsê de hemû heval dizanin îro heger ne bi hevkariya PDK'ê ba, dijmin nedikarî ewqasî demdirêj li Başûrê Kurdistan şer bikira. Heger sibe li hemberî me bi serkeve, ew kesên ku bi wan re tifaq kirine, ango wê Kurdê hevkar jî tesfiye bike. Ji ber ku di dîroka Tirkiyê de jixwe, ev her wek kevneşopî hatiye dubarekirin.

 

Kurd encaman diyar dikin

Îro di qada leşkerî de jî, di qada siyasî de jî xeta Rêber Apo xurtbûna xwe dewam dike. Îro hêza Rêber Apo û helwêsta gelê Kurd, di siyaseta Tirkiyê de bûye kilît. Destekê bide kîjan aliyî, ew alî wê bi ser bikeve. Berxwedan bû berxwedaneke neteweyî û demokratîk. Ji bo wê dijmin encam negirt.

 

Şerê gel ê şoreşgerî

Şerê ev dû sal e li Herêmên Parastina Medya tê kirin; bi taybetî şerê îsal va ye, niha pênc meh û nîv bûye didome, pirr giring e. Eşkere bû ka mirov çawa dikare li hemberî teknolojiya modern a serdemê, heta çekên qedexekirî, axa azad biparêze. Ango perspektîfa parastina axa azad zelal kir, taktîk rêbazê wê, stratejiya wê divê çawa bê pêşxistin, derxist holê. 

Îro derheqê Şerê Gelê Şoreşgerî de, tecrûbeyên giring li Herêmên Parastina Medyayê derketine holê. Li Herêmên Parastina Medya Şerê Gelê Şoreşgerî tenê li ser dû lingan tê meşandin. Ango lingê xwe yê herî esasî gel e, lê li Herêmên Parastina Medya gel nîne. 

Niha heger Şoreşa Rojava û ya Rojhilat û Bakurê Suriyê yan jî Şengal ji van encamên ji Herêmên Parastina Medya derketîn sûdê wergirin, bi perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî tevbigerin, teqez wê karibin dest dirêjiya dewleta Tirkiyê têk bibin. Şerê îro tê meşandin raberî her kesî kir ku di serdema me de şerê binerd stratejiyeke pirr giring e. Ango di Stratejiya Şerê Gelê Şoreşgerî de taktîk rêbazê binerd faktorekî esasî ye. Şerê Gelê Şoreşgerî li ser her çar lingên xwe bê meşandin, ango beşdarbûna gel a şer, şerê parastina cewherî, şerê tîmên pispor û şerê tunelan, ev her çar ling bi hev re di meriyetê de bin; teqez wê Şerê Gelê Şoreşgerî bi ser bikeve.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.