Azadiya Rêber APO baweriyê tîne
Duşem 11 Tebax 2025 - 03:50
- Ji fermandarên HPG’ê Mûrat Karayilan anî ziman ku ji bo bawerî bê afirandin divê Rêber Apo teqez azad bibe û got:“Divê Rêber Apo azad bibe û ne tenê li Îmraliyê bimîne, divê karibe biçe her cihî.”
Beşa duyemîn û dawî ya hevpeyvîna Stêrk TV a bi fermandarê HPG’ê Mûrat Karayilan re kiriye, derbarê merasîma çekşewitandinê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk ev nirxandin kir:’’Roja 11’ê Tîrmehê, gava bi pêşengiya hevalên Besê Hozat û Behzat Çarçel ya bi tevlîbûna 30 hevalan hate avêtin gaveke girîng, dîrokî û watedar bû. Hevalên tevlî vê pêngavê bûne hemûyan pîroz dikim. Peşengî ji serdemekê re kirin. Li gorî pêwîstiyê tevgeriyan; bi sekneke gelekî watedar tiştên hewce kirin. Ji gelek aliyan ve wateyên çekşewitandinan hene. Ji bo me Kurdan jî di gel ku xwe dispêre aliyên mîtolojîk jî bi taybetî qada merasîmê di dîroka me de xwedî cihekî girîng e. Divê rayedarên dewleta Tirk û her kes jî zanibe me di merasîmên xwe de bi gotina ‘’li ser şeref û çeka xwe’’ sond dixwar. Lê belê me niha çek şewitandine. Ev tê çi wateyê? Ev yek, girêdayî bingeha stratejîk tê wateya guherînekê. Ji ber vê yekê jî merasîm gelekî girîng e. Ji ber wê yekê divê wateya merasîmê jî bi kûrahî were fêmkirin. Ev peyameke girîng e. Hem guherîna di stratejiyê de hem jî asta biryardariya dilsoziya ji bo Rêber Apo û xeta wî nîşan dide.
Divê Rêber APO biçe herdeverê!
Mijareke din a girîng ew e ku weke tê zanîn di navbera aliyan de bêbaweriyek heye. Guman hene. Nabe ku ev yek neyê dîtin. Çawa ku ev yek li cem me heye, em dizanin aliyê din jî bi vî awayî nêzîk dibe. Ji bo jiholêrakirina vê bêbaweriyê û pêşketina baweriya beramber jî divê teqez azadiya Rêber Apo were dabînkirin. Yanî ev mijara azadiyê çawa ku ji bo me tê gelek wateyan di heman demê de tê wateya dabînkirina baweriyê jî. Divê Rêber Apo azad bibe û bes li Îmraliyê jî nemîne, divê biçe her derê. Divê azad be; jê re bes qadek neyê diyarkirin. Ger Rêber Apo azad bibe, wê ev yek bi xwe re baweriyekê bîne. Ji bo kê? Ji bo avaniya me ya hevalan ve û helbet ji bo gelê me, dostên me û hemû raya giştî. Em a niha li ser çapemeniyê dişopînin; roportajên kolanan tên amadekirin; gelê me yê ku li Amedê, Êlihê û li gelek deverên diaxivin, gumanên xwe tînin ziman. Û di vê mijarê de mafdar in. Em bi xwe jî heman tiştî tînin ziman. Ji ber wê yekê jî divê aliyê dewletê vê rastiya civakî li ber çavan bigire û di vê çarçoveyê de nêzîk bibe.
Komîsyon pêngaveke munasîbe!
Karayilan derbarê avakirina komîsyonê ya li meclîsê jî ev nirxandin kir:’’Beriya her tiştî her çend dereng hatibe avakirin jî avakirina komîsyon pêngaveke munasîb û erênî ye. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye. Pirsgirêkeke sedsalê ye. Bêguman beriya wê jî ev pirsgirêk hebû lê belê rewşên beriya wê cuda bûn. Helbet divê ev yek were qebûlkirin ku Plana Şark Islahatê bi ser neket. Bê guman cihê çareseriyê jî Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê ye. Madem hemû nûnerên gel li wir in, li gorî me jî ku me ev yek beriya niha jî dianî ziman, cihê çareseriyê Meclîs e. Meclîs jî dikare bi rêbaza komîsyonê vê yekê bixe rojeva xwe. Em hêvî dikin ku serketî be. Ji ber vê yekê divê ji rêzê neyê nirxandin û bi awayê taktîkî neyê nirxandin. Dîsa divê ne berjewendiyên biçûk ên partiyên siyasî divê berjewendiyên hemû Tirkiyeyê werin esasgirtin. Em hêvî dikin ku komîsyon jî di vê çarçoveyê de nêzîk bibe.
Divê li nêrînên me guhdar bikin
Aktor û muxatabê me yê sereke Rêber Apo ye. Divê Rêber Apo fikrên tevgera me yên têkildarî çareseriyê parve bike. Ji ber vê yekê de em hêvî dikin ku serî li Rêber Apo bidin. Bi awayê xwezayî jî divê bi vî rengî be. Rêber Apo muzakerevanê me yê sereke ye. Lê belê divê ev yek were zanîn ku dema ku muzakerevanê sereke yanî muxatabê sereke di zindanê de be di nava civakê de aştî pêk nayê. Ger di mijara aştiya gelên Kurd-Tirk de ji dil bin, divê Rêber Apo azad be. Dema ku mîmarê vê serdemê li Îmraliyê be, wê çawa di nava civakan de xwişk-biratî û aştî pêk werin! Ev gotina min ne weke şertekî ye; bila tu kes weke şertekî şîrove neke. Di çarçoveya pêşketina vê pêvajoyê de rewşeke xwezayî ya ferz e.
Divê dewlet stratejîk nêz bibe
Tê zanîn; ji bo ku Tirkiye li Rojhilata Navîn weke welatekî demokratîk, geşdar û mezin rola xwe bilîze hewcehiya wê bi Kurdan heye. Îro li Rojhilata Navîn gelê Kurd xwedî roleke wiha ya girîng e. Divê vê yekê bibîne, li gorî vê yekê biryarê bide û gavan biavêje. Em li vir bi awayekî stratejîk nêzîk dibin. Ez bi awayekî eşkere dibêjim; bêguman em ê tedbîrên xwe bistînin. Em neçarî tu tiştî nînin. Em ê tedbîra xwe bistînin, lê belê di heman demê de jî ji bo pêşketina vê pêvajoyê jî bi awayekî cidî nêzîk bibin. Em ji Rêber Apo bawer dikin û girêdayî xeta wî ne. Em dizanin ku vê xetê heya niha li me qet nedaye windakirin, bi xwe re serketin anîne.
Têkoşîna çekdarî taktîkî ye
Rêber Apo rêbertiyeke stratejîk e. Banga Rêber Apo, ji bo hemû kesên ku bi awayê stratejîk girêdayî xeta Rêbertî ne derbasdar e. Li gorî xeta Rêber Apo di têkoşînê de şerê çekdarî ne rêbazeke wisa ye ku encam jê were standin. Yanî Rêber Apo li gel banga xwe stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye. Ev yek ji bo hemû kesan derbasdar e. Kîjan perçe yan jî alî be ferq nake, divê hemû kesên ku ji fikrên Rêber Apo bawer dikin, bizanibin ku êdî stratejî ne têkoşîna çekdarî û şer e. Ger wê li dewletê yasayên ku baweriyê didin, nebin û li hemberî hebûna wan êrîş werin kirin, wê demê helbet wê xwe bi rêya çekan biparêzin! Yanî banga Rêber Apo ne di çarçoveya ‘çekan deynin û destûrê bidin îmhayê’ de ye.
Divê dest ji zimanê gefan berdin
Rayedarên dewleta Tirk dem bi dem gef dixwin. Pêwîstî bi gefan tune ye. Bi qasî ku em dişopînin û dibînin, derfetên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne wekî 2018-19’ê ye. Hem di aliyê hêzan de hem jî di aliyê rêbazên taktîk û teknîk de derfetên wan zêdetir xuya dike. Eger rayedarên Tirk di vê demê de bixwazin beralî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibin, wê ev der tam veguhere çiravê. Tiştekî wiha wê pir şaş be. Û wê nikaribin bi salan ji wê derê derkevin. Yanî divê êdî zimanê gefê bidin aliyekî. Divê êdî pirsgirêk bi rêya diyalogê çareser bibin. Dem demeke wiha ye. Ev dem, zimanê gefê narake.
Qehremanên me dibin malê dîrokê
Hinek şehadetên me yên ku me di dema xwe de neragihandine heye. Bi taybet şehîdên salên 2017-18-19’ê hene. Di van sê salan de şer pir giran bû. Ji gelek cihan di demê xwe de agahî nehatin girtin, dema ku piştre jî agahî hatin girtin ji ber rewşa şerê dijwar û şehadetên nû, şert û mercên ragihandinê çênebû. Helbet em di vê mijarê de rexnedayîna xwe didin. Kêmasiyekî ye, belê diviyabû em di dema xwe de îlan bikin. Ji ber ku dîrok, ked û jiyanîbûna her şehîdên me hene. Divê hemû hevrêyên me yên qehreman bibin malê dîrok û civakê. Niha em herî zêde hevalên ku di salên 2017-18-19’an de şehîd bûne, radigihînin. Em ê vê bidomînin. Em ê şehadeta hevrêyên xwe yên ku şehîd bûne û heta îro nehatiye ragihandin, rabigihînin. Bêguman, ev erka me ya li hemberî şehîdên me ye ku divê em bi cih bînin ku em dereng mane.
NAVENDA NÛÇEYAN