Dîtina Rêber Apo gaveke baş bû
În 11 Tîrmeh 2025 - 17:30
- Pêkhateyên bajarê Hesekê destnîşan kir ku dîtina Rêber Apo piştî 26 salan rojeke dîrokî ye û gotin:"Dîtina Rêber Abdullah Ocalan tevî hevrêyên wî di vê dema hestiyar de ku Rojhilata Navîn û cîhan tevahî tê re derbas dibe gaveke baş bû."
Piştî 26 salan, Rêber Abdullah Ocalan cara yekemîn ji girtîgeha xwe ya li Îmraliyê bangeke bidîmen kir. Ev bang di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27'ê Sibatê de hat kirin.
Der barê vê de, şêniyên bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hestên xwe der barê vê dîmenê de anîn ziman.
Ferhan Dawûd ê ji taxa Nasrayê der barê dîtina Rêber Apo û bihîstina dengê wî de ev tişt anî ziman: "Rojeke dîrokî bû. Piştî 26 salan ji îşkenceyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de, me Rêber Abdullah bi dîmen û deng dît. Dîtina me ji Rêbertî re moralên me di van kêliyên hestiyar ên di ser herêmê re derbas dibin de bilind kirin."
Li aliyekî din jî welatî Ebdulxenî Oso yê ji taxa Salhiyê yê Hesekê destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê li benda vê roja dîrokî bûn ku Rêber Apo bibînin. Di 26 salên derbasbûyî de em ji bo tenduristiya Rêbertî em bi fikar bûn. Bi dîtina wî moralên tevahî pêkhateyên herêmê bilind bûn."
Mihemed Eşref Elî yê ji taxa Til Hecerê axivî û anî ziman ku: "Dîtina Rêber Abdullah Ocalan tevî hevrêyên wî di vê dema hestiyar de ku Rojhilata Navîn û cîhan tevahî tê re derbas dibe gaveke baş bû."
Welatî Huda Mihemed a ji taxa Nasrayê jî got: "Piştî dîtina Rêber Abdullah Ocalan, ez nikarim kêfxweşiya xwe bînim ziman. Piştî 26 salên zilm û zordariyê me Rêbertî dît." ANHA/HESEKÊ/HENAR ÎBRAHÎM - ZEYNEB ŞÊXO
* * *
Schonveld: Banga Ocalan destpêkek baş e
Di çarçoveya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" de ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê hatiye destpêkirin, geşedanên dîrokî dewam dikin. Piştî banga xwe ya destpêkê ya di 27'ê Sibatê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Girtîgeha Îmraliyê cara duyemîn ji raya giştî re axivî. Hamili Yildirim, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş, Ergîn Atabey, Zekî Bayhan û Mahmut Yamalak jî di vê bangê de tevlî bûn.
Eva Schonveld, parêzera Delegasyona Navneteweyî ya Tecrîdê ku gelek caran ji bo mijara tecrîdê serdana Tirkiyeyê kiriye û îmzeya xwe daye nameyên ku ji gelek saziyên navneteweyî re hatine şandin, li ser banga vîdeoyê ya Abdullah Ocalan şîrove kir.
Eva Schonveld ku got ew difikire ku ev bang ji bo kesên ku bêriya civatek demokratîk dikin e û got: "Ji perspektîfa min a şexsî, ez pir kêfxweş im ku Birêz Ocalan careke din dikare ezmûna xwe ya şexsî û şehrezayiya xwe ya mezin bikar bîne da ku piştgiriyê bide Tevgera Azadiya Kurd û kesên li çar aliyê cîhanê yên ku bêriya civakên demokratîk û watedar dikin. Her çend ev gav destpêkek baş be jî, ew ê tenê berhem bide ger têra xwe rêber û kesên siyasî yên din vê wêrekiya exlaqî bibînin û fêm bikin û biryar bidin ku li pey hestên xwe biçin û heman tiştî bikin. Bi rewşa cîhana îroyîn, çi bijarteyên din li ber destê me hene?" JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN/MELEK AVCI
* * *
Aliyê hiqûqî çima girîng e?
Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Serhat Çakmak ku di nava şandeya çûye merasîma PKK'ê ya li Silêmaniyê de cih digire, der barê pêvajoyê, gavên hatine avêtin û gavên ku hewce dike were avêtin de, axivî.
Serhat Çakmak de destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aliyê qanûnan ê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî; “Di serî de dikarim bibêjim ku dema mirov navê tiştekî daneyne dimîne bênav û bi demê re tê windakirin. Herdu alî li gor xwe pêvajoyê dinirxînin. Di aliyê hiqûqî de navekî vê pêvajoyê tuneye. Aliyê hiqûqî çima ev qas girîng e? Dema ji bo vê pêvajoyê qanûnek were çêkirin dê ji bo pêvajoyê bibe sîwan û vê pêvajoyê ji aliye hiqûqî ve biparêze.” AW/ŞIRNEX/NEDÎM ORÛÇ
* * *
Keça min derman nakin
Dayika Tenzîle Acarê, Rismiye Acar (48), bal kişand ser pêvajoya ku bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de dest pê kir û xwest ku girtiyên nexweş tavilê serbest bên berdan.
Rismiye Acar diyar kir ku keça wê di dema binçavkirinê de îşkenceyên giran dibîne û got: "18 rojan îşkence lê hat kirin. Keça min keçek wêrek e. Hevalên wê jê hez dikin. Her tim alîkariya wan dike. Piştî girtina wê nexweşiyên wê girantir bûn. Lê ew nebirin nexweşxaneyê. Nexweşek dixwaze were dermankirin. Lê ew keça min derman nakin. Bi salan e ew nebirine nexweşxaneyê. Ew dixwaze biçe, lê daxwazên wê nayên qebûlkirin. Di salên pêşîn de, çend caran ew birin, lê ji wê hat xwestin ku destên wê kelepçe bikin û muayene bikin. Her çend ew jin be jî, peywirdarên mêr jî dixwestin bikevin hundir. Keça min ev yek qebûl nekir."
Rismiye Acar destnîşan kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin hêviyên malbatên girtiyan zêde kiriye. MA / ŞIRNEX / EMRÛLLAH ACAR