Heta dawiyê têkoşînê didomînin

În 8 Tebax 2025 - 03:30

Çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku her hefte ji aliyê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ve li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê tê lidarxistin, 860 hefte li dû xwe hişt. Yek ji kesên ku li aqûbeta xizmên xwe digere û dixwaze kiryar bên darizandin Îffet Mûtaş a 71 salî ye ku ji roja yekem ve bênavber beşdarî çalakiyan bûye. Îffet Mutaş ku di sala 1994'an de ji ber zilm û îşkenceya li gundê Entax ê navçeya Licê ya Amedê, neçar ma ku bi malbata xwe re koçî Amedê bike û di dema şer de gelek xizmên xwe winda kiriye. Îffet Mutaş, di sala 1993'yan de birayê xwe Mehmet Tekdag ku dema diçû kar, di êrişekê kiryar nediyar de, winda kir. Di 13'ê Mijdara 1994'an de, birayê wê Alî Tekdag li Deriyê Çiyê hatiye binçavkirin û ji wê rojê de agahî jê nayên girtin. Îffet Mûtaşê di şer de keça xwe jî winda kiriye. Îffet Mûtaşê ku hê jî cenazeyê keça xwe wernegirtiye, bavê wê jî ji ber îşkenceya endamên JÎTEM'ê jiyana xwe ji dest daye. Kurê birayê wê Mazlum Tekdag jî di 1'ê Cotmeha 2019'an de di êrişa balafirên dewleta Tirk de şehîd bû. Îffet Mûtaşê destnîşan kir ku birayê wê yê mezin Alî Tekdag 19 caran hatiye binçavkirin û berdan û got: "Dema ku ew hat binçavkirin û berdan, ji ber îşkenceya ku lê hat kirin, wan ew nas nekiriye. Ji ber ku ev binçavkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikirin, di 13'ê Mijdara 1994'an de ew dîsa hat girtin û me careke din ew nedît. Ez û dêya min li pey wî çûn, lê me hîn jî ew nedîtiye. Dêya min çar sal piştî mirina Alî, Mehmet û bavê min koça dawî kir. Deriyê wê her tim vekirî bû, bi hêviya ku Alî vegere. Ji wê demê ve ez hewl didim Alî bibînim. Ger hatibe kuştin, em hestiyên wî dixwazin û ger sax be, em wî dixwazin. Êşa me wekî duh teze ye. Heta ku ez bijîm, ez ê wan ji bîr nekim û ez ê xwedî li têkoşîna wan derkevim." Îffet Mûtaşê bal kişand ser pêvajoya didome û got:"Wekî kesekî ku êşa du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe Mazlûm Tekdag dîtiye, em aştiyê dixwazin. Bes e, bila kes nemire. Em aştiyeke birûmet dixwazin. Em dibêjin aştî û aştî. Ewqas tişt bi serê me de hatine, lê dîsa jî em aştiyê dixwazin." 

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.