Tevî înkarê Kurdî nehat tunekirin
Şemî 9 Tebax 2025 - 03:25
Êrîşên li ser Kurdî û Kurdan didomin. Ev êrîşên bi awayekî sîstematîk dimeşin roj bi roj giran dibin. Li Îzmîrê Komeleya Çand û Ziman a Avestayê di 1’ê tebaxê de bi biryara midûriyeta Bajar a Wezareta Perwerdehiya Millî bi îdiaya di ruhsata wê de pirsgirêk heye û qursa ziman a kaçax dide hat girtin. Li Amedê jinan nerazîbûn nîşanî girtina komeleyê dan û der barê girtinê de axivîn. Dîlan Çetîn da zanîn ku mijara zimanê Kurdî di dilê gelê Kurd de birînek kûr e û got:“Nêzî sed salî ye, hîmê komara Tirkiyeyê li ser înkar, îmha, qirkirina çand û zimanê Kurdî hatiye danîn. Niha pêvajoyeke aştiyê dest pê kiriye. Lê di sedsala 21’ê de êrîşên faşîzan yên li hember Kurdan didomin.Wek hûn dizanin Avesta-Der dersên Kurdî dida. Lê ev bi hinceta destûra cih tune ye hat girtin. Ji ber vê jî em îro li vir hatin gel hev. Me nerazîbûna xwe nîşanda. Divê ev helwesta me bi daxuyaniya çapemeniyê sînor nemîne. Divê gelê Kurd li dijî van pêkanînan seknek zelal nîşan bidin û helwesta xwe nîşan bidin.”
Dîlan Çetîn diyar kir ku di encama polîtîkayên asîmîlasyonê de Avesta-Der hatiye girtin û got:“Ev encama polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ye. Lê tevî hemû hewldanan gelê Kurd nehat tunekirin. Ji vir şûnde jî wê li dijî êrîşan şûnde gavê navêje. Gelê Kurd wê bi awayekî xurt xwedî li zimanê xwe derkeve.” Demet Ceylan da zanîn ku bi armanca bertek nîşanî polîtîkayên înkar û qedexeyên li ser ziman û nasnameya Kurd, bidin hatine gel hev û ew van pêkanînan qebûl nakin û got:“Em ê li her derê bazarê, kolanê, sûkê biaxivin. Ez ê xwedî li zimanê xwe derkevim. Me îro daxuyaniya xwe da. Ji ber em bawer dikin; bêyî ziman jiyan nabe. Qedexeyên li hember ziman, raste rast li hember nasnameya Kurde û nayên qebûlkirin. Îro dibe ku komeleyek me bê girtin. Lê em bawer dikin ku em ê li şûnê bi sedan komeleyî ava bikin. Em ê hejmara komeleyan zêde bikin. Emê zimanê xwe pêş bixînin. Em qedexeyên li ser ziman nas nakin.”
JINNEWS/AMED