Ji bo demokratîkbûnê qanûn divên

Çarşem 6 Tebax 2025 - 03:15

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber APO hat destpêkirin, bi pêşketinên girîng didome. Di vê çarçoveyê de, li meclisê komîsyonek ji 51 kesan pêkhatî hat avakirin. Hemû beşên civakê bang li komîsyonê dikin ji bo xebatên ku wê bike. Xelkê Amedê jî bendewarî û daxwazên xwe ji komîsyonê gotin. 

Ramazan Gezer diyar kir ku divê komîsyon hemû gelan temsîl bike û di vî warî de berpirsiyariya wê ya mezin destnîşan kir. Gezer bi bîr xist ku kurd bi salan e mafê perwerdehiyê bi zimanê xwe yê zikmakî dixwazin û got ku divê komîsyon mafên hemû beşên civakê biparêze. 

Yusuf Alabalik got:"Wekî kurd, em zimanê xwe, nasnameya xwe û em aştiyê dixwazin. Em naxwazin di navbera kurd û tirkan de pevçûn çêbibe."

Naif Subaşi bal kişand ser biratî û wekheviyê û daxwaza jiyaneke bi rûmet kir. Subaşi diyar kir ku ew şer naxwazin û got:"Em naxwazin kes ji ber şer bimire. Hemû zarokên me ne. Em aştiyê dixwazin." 

Naife Surer jî xwesteka xwe ya ji bo aştî û wekheviyê destnîşan kir û bang li dewletê kir ku ji bo vê yekê gavan bavêje. Naife Surer anî ziman ku ji bo pêşketina pêvajoyê divê Rêber APO azad be û got:"Heta ku rêberê me azad nebe, em azad nabin. Em bi saya rêberê xwe gihîştine vê astê û em li pişta wî ne. Bêyî azadiyê aştî nayê." 

Abdulhalik Bulut jî ku got ew ziman, nasname û aştiyê dixwaze û ji komîsyonê jî xwest ku bi dil û can ji bo aştiyê bixebite. 

Melîha Comertê diyar kir ku divê komîsyon ji hêla jinan ve were birêvebirin û got:"Komîsyona ku li meclisê hat damezrandin tenê bi pêşengiya jinan dikare pêş bikeve. Pêşniyaza min bi xwe ew e ku divê herî kêm 20 jin li wir hebin."

Melîha Comertê bal kişand ser pêwîstiya parastina mafên kêmneteweyan û daxwaz kir ku komîsyon xebateke demokratîk û adil bike.  

Fîkret Çapa jî diyar kir ku hêviyên kurdan bi sedsalan e nehatine bicîhanîn û ew tenê baweriya xwe bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tînin û di tevahiya pêvajoyê de li pişta wî ne.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.