Ji Ramelow banga ji bo Çakas

Şemî 9 Tebax 2025 - 03:40

Serokwezîrê berê yê Eyaleta Thurîngenê, Alîkarê Serokê Parlementoya Federal a Elmanyayê Boda Ramelow, ji Serokwezîrê Eyaleta Nîedersachsenê Olaf Lîes re ji bo Mehmet Çakas nameyek nivîsand û xwest ku biryara dersînorkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin. Piştgiriya li dijî dersînorkirina siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas mezin dibe. Endamê Meclîsa Parlamentoya Federal a Elmanyayê Boda Ramelow jî nameyek ji Serokwezîrê Eyaleta Nîedersachsenê Olaf Lîes nivîsand û xwest li dijî biryara dersînorkirinê bikeve nava tevgerê.

Bi destûrabingehîn re nakok e

Ramelow îşaret bi wê yekê kir ku tê pîlankirin Mehmet Çakas dawiya meha Tebaxê ji girtîgeha Uelzenê dersînorê Tirkiyeyê were kirin, da zanîn ku dersînorkirin bi mafê mirovan û mafên bingehîn ên li destûrabingehîn a Elmanyayê hatiye ewlekirin binakok e. Ramelow di nameya xwe de destnîşan kir ku ji ber mehkûmkirina Çakas ji ber xebatên xwe yên siyasî ya ji doza PKK’ê ya li Elmanyayê, li Tirkiyeyê rûbirûyê darizandineke ne adil heta bi xeteriya êşkenceyê re rûbirû be. Diyar kir ku dersînorkirin wê rê li ber binpêkirina mafan a cidî vebike û got:’’Ev rewş ne li gorî mafên bingehîn ên di destûrabingehîn a me ye û mafên mirovan e.’’

Divê li benda biryarê bin

Ramelow bi bîrxist ku doza li dijî redkirina serlêdana îltîcayê ya Çakas a li Dadgeha Îdareyê ya Luneburgê dewam dike û got:’’Herwiha li Dadgeha Destûrabingehîn a Federal de jî li dijî dersînorkirinê serlêdaneke lezgîn hatiye kirin.’’ Ramelow ji Olaf Lîes xwest ku li benda biryarên dadgehê û geşedanên pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê dewam dike bin û got:’’Ji bo encamên nayê hêvîkirin ên bi biryara dersînorkirin dernekevin holê, ez rica dikim ku pêvajo bi baldarî were birêvebirin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.