Azadiya Ocalan mifteya aşitiyê ye

Çarşem 6 Tebax 2025 - 03:42

Seroka weqfa perwerdeyê ya Partiya Çepgir a Ewropayê, TransformEuropeyê û endama Partiya Komunîst a Avûstûryayê (KPO) siyasetmedar Barbara Steiner biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî û pêngava çekşewitandinê ya sembolîk weke ‘’pêngaveke dîrokî û wêrek’’ pênase kir û got:’’Biryara PKK’ê ya bidawîkirina têkoşîna çekdarî û pêngava çekşewitandinê ya sembolîk di serdema ku li seranserê cîhanê şer berdewam dikin û li Rojhilata Navîn xwîn tê rijandin de ji bo bidawîkirina tundiyê pêngaveke dîrokî û wêrek e. Ev pêvajo, bes ne ji bo gelên Kurd û Tirk mînakek e ji şer û pevçûnên dewleta Tirk ên bi Kurdan re wêdetir e.’’ Barbara Steiner piştre anî ziman ku gelekî girîng e ku dewleta Tirk di vê pêvajoyê de li parlamentoyê komîsyonekê ava bike û  parêzbendiya muzakerevanan dabîn bike, girtiyên siyasî berde û bi taybetî jî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dabîn bike. Barbara Steiner destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin’ lê belê bes piştgirîdayîn têrê nake û divê tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin û were berdan û got:’’Ocalan, di hevdîtinên aşitiyê de muzakerevanê sereke ye.’’ Barbara Steiner piştre diyar kir ku divê dewleta Tirk zexta li ser gelê Kurd û astengiyên di qadên siyasî, zimanî, çapemenî û çandî de bi dawî bike.  Steiner anî ziman ku pêvajoya aşitiyê di nava civaka navneteweyî de rastî eleqe û piştevaniyeke mezin tê û diyar kir ku ev pêvajo beriya niha bi ser neketiye lê belê ew hêvîdar in ku wê vê carê ser bikeve û destnîşan kir ku aşitiyeke bêyî çek, demokratîk û dawî li tundiyê hatiye, hewce ye.

Hê tecrîd heye çawa qala aştiyê bikin?

Barbara Steiner pirsa; ‘’Di gel ku Ocalan hê jî di bin tecrîdê de ye, ma em ê çawa qala aşitiyê bikin?’’kir û anî ziman ku ji bo bidawîkirina tecrîda 26 salan a li ser Rêber Apo û tevlîbûna ji hevdîtinên aşitiyê re daxwazên navneteweyî hatine bilindkirin.  Steiner got ku azadiya Rêber Apo bes ne ji bo wî, di heman demê de ji bo azadiya civakê jî gelekî girîng e û diyar kir ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê tevlîbûna Rêber Apo şert e.

Divê PKK’ê ji lîsteyê derbixin

Barbara Steiner di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo ku dewleta Tirk bi awayekî rast pêvajoya aşitiyê bi rê ve bibe divê civaka navneteweyî zextê lê bike û divê krîmînalîzekirina Tevgera Azadiya Kurdan were bidawîkirin û divê li YE, DYE û welatên din qedexeya li ser PKK’ê were rakirin. Her wiha anî ziman ku ji ber van sedeman divê kesên bi hinceta PKK’ê hatine girtin, werin berdan. Barbara Steiner got ku Ewropa ji bo hevdîtinên aşitiyê zemîneke bêteref e û destnîşan kir ku beriya niha jî li cihn bêteref û temînata aliyên sêyemîn çareseriyên têkildarî aşitiyê hêsantir hatine peydakirin. Barbara Steiner di dawiya axaftina xwe de got:’’Ev pêvajo bes gelê Kurd û Tirkiyeyê eleqedar nake. Bi gelên bindest ên li Tirkiye û Kurdistanê re sînordar nîne; ev, hemû Rojhilata Navîn û pêvajoyên aşitiyê yên gerdûnî yên ku divê bi rêyên demokratîk aşitiyê pêk bînin, eleqedar dike.’’

ANF/VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.