Em ê li ser şopa şehîdan bin
Şemî 9 Tebax 2025 - 03:35
Beriya 11 salan rojnamevan û têkoşer Denîz Firat, ji bo ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser wargeha Mexmûrê ji giştî cîhanê re ragihîne, di encama êrîşa çeteyan de şehîd bû.
Dema ji her şêniyek wargehê, ji zarok heta kalê wargehê pirsa Denîz Firat dikin, dibêjin; ‘Heval Denîz di rih de her tim li gel me ye, ew şehîda me ya nemir, ew serkeftina me ya li dijî çeteyan, rûkeniya me û ronahiya heqîqeta me bû û wê hertim wisa bimîne jî.’ Denîz, bi mîrasa têkoşînê ya ku li pey xwe hiştiye, ji bo tevahî jinan û bi taybetî jinên rojnamevan ên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) dibe hêza serkeftin û xebatê. Bi boneya salvegera şehadeta têkoşer Denîz Firat ku di 8’ê Tebaxa 2014’an de li Mexmûrê di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûbû, rojnamevan Qeder Kar axivî û got:’’Dema mirov qala kesayeta wê dike, hêza zarokatî, serkeftin, berxwedan û têkoşîna ku ji bo gelê xwe û taybet jinan meşandiye tê bîra mirov. Bi taybetî di dema ku çeteyên hov ên DAIŞ’ê êrîşî gelê Kurd kirî de, kar û xebatên wê demê kirî tê bîra mirov. Kesayetek wisa bû ku bi kenê xwe, bi eleqedarbûna xwe ya bi zarok û jinan re dibû mînak û bi jinên ku êş kişandin re dibû yek. Hevalek dilnizm bû û hezkirina wê ji herkesî re hebû. Dema rastî hev dihatin silav dida û bi keyfxweşî li gel mirov daxivî.” Qeder Kar diyar kir ku têkoşer Denîz ji bo xelkê wargehê mînaka serkeftin, wêrekî, jina têkoşer, şoreşger e û got:“Wek rojnamevanên wargeha şehîd Rustem Cudî, em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe yên çapemeniya azad bin û em ê kar û xebatên wan bighînin serkeftinê.”
NÛJINHA/BERJÎN KARA