Pêvajo rêya nasnameya Çerkesan e
Şemî 9 Tebax 2025 - 03:37
Çerkesên ku di sedsala 19'an de ji ber polîtîkayên sirgûn û qirkirinê yên Rûsyaya Çarî neçar man ku koçî axa Osmanî bikin, di serdema komarê de bi polîtîkayên asîmîlasyonê yên sîstematîk, qedexeyên ziman û zexta ji holê rakirina nasnameyê re rû bi rû man. Tevî zilm û zordariya ku ew pê re rû bi rû man jî, li Tirkiyeyê têkoşîna xwe ya parastina nasnameya xwe didomînin. Nivîskarê Çerkes Kuban Kural li ser pêvajoyê axivî û diyar kir ku divê li her derê nîqaşên aştiyê werin kirin û civakî bibin. Kural bi bîr xist ku gelek gel ji aliyê dewletê ve tên tepeserkirin û bal kişand ser projeyên taybet ên dewletê û îşaret bi asîmîlasyon û entegrasyonê kir. Ji ber vê yekê, Kural destnîşan kir ku pêdivî ye ji bo civakên wekî Çerkes, Pomak û Lazan hawirdorên rehettir werin afirandin da ku di vê pêvajoyê de dengê xwe bilind bikin. Kural behsa pêvajoya aştiyê ya 2013-2015'an kir û bi bîr xist ku di wê heyamê de hemû gelan karibûn daxwazên xwe bînin ziman û got:"Hemû beşên civakê di heyamekê de ne ku ew nêzîkî hev du dibin. Heta ku di vî warî de gav bên avêtin û ji bo aştî û demokrasiyê rawestin. Divê neyê hêvîkirin ku dewlet helwestek wisa bigire. Ji ber vê yekê, divê hemû rêxistinên civaka sivîl zorê bidin dewletê. Avakirina atmosfereke aştiyê li her deverê Rojhilata Navînê wê bibe çavkaniyeke balkêş. Di vî warî de, Tirkiye xwedî hêzeke mezin e. Pirsgirêka Kurd ji sînorên Tirkiyeyê derketiye. Potansiyela ku Tirkiye wekî dewletek têkiliyeke wekhev û dadperwer bi Kurdan re ava bike, wê rê li ber Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn bi perspektîfeke mirovîtir veke û wê hem hêza wê zêde bike û hem jî demokrasiya wê xurt bike."
Weke Çerkes xwe rexne dikin
Kural anî ziman ku gelê Çerkes gelekî siyasî nîne û got:"Çerkes jî ji komîsyonê bendewariyan dikin. Demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareserkirina meseleya Kurd a Tirkiyeyê û lihevhatina bi komên din ên etnîkî re tekane rêyên jiyîna nasnameya Çerkesên li vê herêmê ne." Kural diyar kir ku divê nûnerekî Çerkes jî di komîsyona meclisê de hebûna û got:"Hin partî hene ku dê argumanên bingehîn ên Çerkesan eşkere bikin. DEM Partî yek ji wan e; dibe ku CHP û partiyên din jî bikaribin vê yekê bikin. Di pêvajoya aştiyê ya 2013-2015'an de, Çerkes li Tirkiyeyê ji her demê bêtir karibûn dengê xwe bilind bikin û gazindên xwe eşkere bikin. Lêbelê, bi rawestandina pêvajoya aştiyê re, Çerkes ketin nava bêdengiyeke kûr. Di vî warî de, em di rewşeke wiha de ne ku rexneyên xwe li xwe bikin."
MA/ESKÎŞEHÎR