Girtîgeh bûne warên dojehê
Şemî 9 Tebax 2025 - 03:45
- Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam nebaş e. Mehmet Îsa Aydogan jî ji ber ku poşmantî qebûl nekir berdena wî salekê hate paşxistin. Dozger gef li wî xwar û got:’’Ez te bi rehetî bernadim.’’
Mehmet Emin Çam ê 73 salî ku di lîsteya girtiyên bi nexweşiyên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, tevî gelek hewldanan jî, nayê berdan. Parêzerên Çam di 11'ê Hezîranê de ji bo berdana wî ji bo Efûya Serokkomariyê serlêdan kirin, lê hîn jî bersivek negirtine. Keça wî Şîmel Çam ku di 6'ê Tebaxê de serdana bavê xwe kir ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Qubînê girtî ye, destnîşan kir ku bavê wê gelekî ji xwe kêm kiriye û tenduristiya wî hîn xirabtir dibe. Şîmel Çamê destnîşan kir ku du demarên di dilê bavê wê de hîn jî girtî ne û got:"Xetera krîza dil pir zêde ye; dermanên ku ew digire êdî bê bandor in." Şîmel Çamê bang li komîsyona li meclisê hat avakirin kir û got:"Yekem gava ku divê komîsyon bavêje, divê berdana girtiyên nexweş be. Hem girtiyên nexweş û hem jî girtiyên ku înfazên wan hatine taloqkirin, divê tavilê bên berdan."
Dozger poşmaniyê lê ferz dike
Herwiha Mehmet Îsa Aydogan ku li Êlihê di sala 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin, cara sêyemîn berdana wî hat taloqkirin. Piştî ku cezayê xwe yê 10 salan temam kir, dihat payîn ku Aydogan di Sibata 2024'an de were berdan. Berê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê bi îdiaya "poşman nebûye" ji bo şeş mehan berdana wî taloq kiribû. Piştre ew careke din derket pêşberî lijneyê û bi heman hincetê berdana wî ji bo salekê hatibû taloqkirin. Aydogan vê dawiyê careke din derket pêşberî lijneyê û lijneyê berdana wî ji bo saleke din taloq kir. Aydogan di hevdîtina bi telefonê de ya bi malbata xwe re ragihand ku berdana wî ji bo salekê careke din hatiye taloqkirin. Aydogan anî ziman ku ew derketiye pêşberî lijneyê û berî ku ew dest bi hevdîtinê bike, dozgerê girtîgehê pirsên wekî "Tu hatî ser hişê xwe? Tu poşman î?" ji wî pirsîne û got ku bersivên wî bûne sedema taloqkirina berdana wî. Aydogan diyar kir ku dema ku ev pirs ji aliyê lijneyê ve ji wî hatine pirsîn, wî gotiye:"Ez poşman nînim. Ez ji bo armancek ku ez jê bawer dikim li vir im." Piştre dozger jê re gotiye, "Ez ê te wisa bi rihetî bernedim." Aydogan anî ziman ku dozger behsa "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO kiriye û got ku pêvajoyek dest pê kiriye û ji bo serkeftina wê divê esas bê girtin. Piştre dozger gotiye "Em der barê pêvajoyê de tiştekî nizanin." Dayika Aydogan, Zekiye Aydoganê nerazîbûn nîşanî vê yekê da û got:"Ji ber nexweşiya xwe ez sê sal in nikarim serdana kurê xwe bikim. Ez dixwazim kurê min û hevalên wî niha werin berdan. Em aştiyê dixwazin. Kurd ji bo aştiyê gelek gavan diavêjin. Divê dewlet jî gavekê bavêje. Em dixwazin zarokên xwe di nav xwe de bibînin."
NAVENDA NÛÇEYAN