Çarçove ne tenê ji bo çekberdanê ye
Şemî 9 Tebax 2025 - 03:42
Komîsyona Meclîsê ya ku roja Sêşemê yekem civîna xwe li darxist û navê xwe weke:’’Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî’’ guherand. Endama Komîsyonê ya DEM Partiyê, Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera Erziromê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku di civîna yekemîn de heya astekê lihevkirin çêbûye û da zanîn ku bi taybetî jî ji bo biryarên komîsyonê qebûlkirina piraniya ji 5’an 3 gelekî girîng e û got:’’Cara ewil li Meclîsê têkildarî mijarên çareseriya pirsgirêka Kurd, demokratîkbûyîn, hiqûq û mafên mirovan komîsyoneke ev qasî zêde kes beşdar dibe û pûtepêdayî hate avakirin û birastî jî ev meseleyeke gelekî girîng e. Gelekî girîng bû ku Meclîsê di vê mijarê de berpirsiyarî girt ser milê xwe û serokatiya meclîsê ji vê yekê re serokatî kir. Haya piraniya kesên ku hatibûn wir ji girîngiya komîsyonê hebû. Li gorî xebatên lijneya giştî ya normal û xebatên meclîsê axaftinên sakîntir û kamiltir hatin kirin. Ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Me dît ku piraniya beşdaran wisa bû.
Piraniya ji 5’an 3 girîng e
Ji vê komîsyonê tê payîn ku partî heya asteke diyar li hev kom bibin û li hev bikin. Ji ber wê yekê dîrektîfên hatine qebûlkirin ne weke daxwaza tam a tu partiyan bûn. Di dawiyê de li gel pêşniyarên cuda, ji navî bigirin heya rê û rêbaza karkirinê pêşniyarên cuda hatin pêşkêşkirin û rexne hatin kirin. Me jî gelekî rexne kirin. Bo nimûne ji bo biryarên komîsyonê piraniya ji 5’an 3 hate qebûlkirin. Jixwe me jî daxwaza piraniyeke diyar dikir. Komîsyon wê di mijarên sereke de bi awayekî hevpar biryaran bistîne û piraniya ji 5’an 3 qet jî ne piraniyeke kêm e.
Hin derdor têkildarî vê mijarê gelekî spekulasyonan bi rê ve dibin, nîqaşan dikin; haya me ji vê yekê heye. Em dizanin ku derdorên ku dixwazin ku ji xebatên vê komîsyonê re bibin astengî, ne alîgirên çareseriya pirsgirêka Kurd in, li hember disekinin, piştgiriyê didin neçareseriyê, dixwazin sepanên antîdemokratîk berdewam bikin û naxwazin Kurd weke hemelatiyên wekhev werin qebûlkirin, hene. Tevî ku ev kêm in jî weke ku gelekî dengê wan derdikeve, xuya dikin. Lê belê ez di wê baweriyê de me ku li gel pêşketina xebatên komîsyonê wê di nava civakê de jî baweriyek çêbibe.’’
86 milyonî eleqeder dike
Meral Daniş Beştaş anî ziman ku ev pêvajo bes ne gelê Kurd hemû kesan jî eleqedar dike û diyar kir ku her çend komîsyon ji nişka ve hemû pirsgirêkan çareser neke jî wê xwedî wê mîsyonê be ku rê li ber veke. Beştaş da zanîn ku weke partiyeke ku ev 10 sal in parastina demokratîkbûyîn û aşitiyê dike haya wan ji rola wan ya têkildarî vê meseleyê heye û got:’’Helbet em ne di wê baweriyê de ne ku wê ev komîsyon pirsgirêka Kurd bi temamî çareser bike û jinişka ve hemû pirsgirêkan di dawî bike, em barekî bi vî rengî jî lê nakin. Lê belê di çareseriya pirsgirêka Kurd de, avakirina civaka demokratîk de pêşeng, damezrîner û xwedî roleke avaker; em di wê baweriyê de ne ku wê di warê avakirina zemîneke ku têkariyê li neheqî û bêedaletiyên têkildarî vê mijarê bibînin û her çend van bi temamî nebe jî nîqaş bike û rê li ber rûbirûbûna wan dubarekinan veke, bike. Em ê xebatên xwe wiha bi re ve bibin. Çarçoveya vêkomîsyonê bes ne çekberdan û vegera jibo malê ye. Di warê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ya topyekûn, avakirina hiqûqa wekhev û vebûna kanalên siyaseta demokratîk de gelek pêngavên ku biavêje hene.
Di destpêkê de wê ev komîsyon heya dawiya meha Kanûnê bixebite. Piştre dibe ku du mehan were dirêjkirin.
Divê Ocalan fizîkî daxil bibe
Helbet muxatabê vê meseleyê Birêz Abdullah Ocalan e. Û şert û mercên azadiya wî ya fîzîkî jî daxilî vê yekê ye. Jixwe em hemû encamên bangên wî dijîn. Em ji merasîma 11’ê Tîrmehê ya çekberdanê bigirin heya kongreya PKK’ê ya xwefesixkirinê em di qonaxeke dîrokî de ne û bi esasî mîmarê sereke yê vê yekê Birêz Ocalan e. Ji ber wê yekê helbet di rojên pêş de wê ‘’mafê hêviyê’’ jî bikeve rojevê. Ev mesele 86 milyon welatiyên li Tirkiyeyê eleqedar dike. Em bi awayekî cidî li nêzî vê meseleyê dibin, bi vê jidiliyê nêzîk dibin û helbet bi biryardarî nêzîk dibin. Haya me ji rola me ya têkildarî, vê meseleyê heye. Ji ber ku weke partî bi salan em li hemerî van kêmasiyan û ji bo çareseriyan li ber xwe didin. Ji bo serkeftina vê pêvajoyê em bi biryar in ku ya dikeve berê me bi cih bînin.’’
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN