Dîplomasiya Rojava wê çi bike?

Şemî 8 Gulan 2021 - 09:08

  • Em dikarin li vir derfetekê ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê bibînin. Heger siyaseteke rast bê birêvebirin, dîplomasiyeke xurt bê kirin, di ser DYE û welatên Ereb re zext li rejîmê dikare bê kirin da ku xweseriyê fermî nas bike. 

REWŞAN DENIZ

 

Qesra Spî pêr têbîniyek li "Dewama rewşa hewarê ya neteweyî elaqedarî kirinên hikûmeta Sûrî weşand. Di vê têbîniyê de "Kirinên serokatiya" DYE bi xetên stûr ji nû ve hatine diyarkirin. Bi vê daxuyaniyê em dibînin ku qanûnên 2003, 2004, 2006, 2008, 2011, 2012 û 2021'an ên ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê erkdar dikin bi tevdîrên ji bo cezakirina hikûmeta Sûrî dewam dikin. Serokê DYE'ê dibêje, "Ez ji bo salekê rewşa hewarê ya elaqedarî kirinên hikûmeta Sûrî hatibû ragihandin, salekê dirêj dikim."

Di têbîniyê de ji ber şidetê "rejîma Esed" û "piştgirên wî yên Rûs û Îranî" jî hatin rûreşkirin. Lê cihê herî balkêş di daxuyaniya Qesra Spî de banga li hikûmeta Şamê bû: "DYE bang li rejîma Esed û piştgirên wî dike da ku şerê xwe yê bi şidet li dijî miletê xwe rawestîne, agirbesteke neteweyî ragihîne, alîkariya bê astengî ji bo Sûriyeyiyên hewce hemûyan mumkin bike, û li gorî biryara Desteya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya hejmar 2254 lihevkirineke siyasî muzakere bike."

DYE'yê esas Esed qebûl kir

Qesra Spî di dawiyê de dide zanîn ku ew ê guhertinên siyaset û kirinên hikûmeta Sûrî binirxîne da ku biryarê bide, ka ew ê vê rewşa hewarê ya neteweyî dirêj bike yan na. Li vir ya balkêş ew e ku bi awayekî fermî DYE ji siyaseta "bi Esed re çareserî nabe" vegeriyaye. Lê gelo çi li şûna wê bê danîn? Li gorî kîjan şertan wê bi rejîmê re têkilî bên normalkirin?

Bi ya min ji bo vê tişta herî zêde dikare nîşanên zelal bîne ber çavên me, kirinên hevgirên DYE'yê li Rojhilata Navîn e. Hikûmeta Şamê bi ti awayî nikare bi tena serê xwe û bi alîkariya piştgirên xwe Rûs û Îraniyan welat ji nû ve ava bike. Ji bo ji nû ve avakirinê pêdivî bi fonên ji Erebistana Siûdî û welatên din ên Kendavê û Ereb wê hebe. 

Yanî heger ev welat hewl bidin têkiliyan normal bike, rêya normalkirina têkiliyan a DYE'yê bi hikûmeta Şamê re jî wiha wê diyar bibe. Em dibînin ku Erebistana Siûdî siyaseta xwe ya beramberî Sûrî diguhere. Ew bi tena serê xwe vê nake. Siyaseta wê ji ya Mîrîtiyên Yekgirtî yên Ereb û Misrê ne serbixwe ye. Li aliyekî ev guhertin dikare weke hewldana kêmkirina tesîrên aktorên navneteweyî bê xwendin; lê bi ya min ji ber ku li Sûrî ev hêz Rûsya ye û li pey wê jî Îran û Tirkiye ne, DYE ji vê siyasetê razî ye û heta belkî bi şîretên wê jî ev siyaset bi pêş ketibe. 

Siûdî siyaseta xwe diguhere

Vê hefteyê rayedarê herî payebilind ê Erebistana Siûdî çû serdana Şamê û bi hevpîşeyê xwe yê Sûrî re rûnişt. Nîşana hewldanên Siûdî yên peywendiyeke nû bi hikûmeta Şamê re. Di vê de yek ji armancên Siûdî muhtemelen ew e ku tesîra Îranê li Sûrî bişikîne, lewma ew belavbûna Îranê li herêmê weke tehlûkeya li dijî ewlekariya xwe ya neteweyî dibîne. Ew di heman demê de wê bixwaze hevpariya Ereban derxe pêş û parçebûna mezhebî talî bike, da ku tesîra Tehranê li Yemenê jî kêm bike. 

Bi her halî jinûveavakirina Sûrî bêyî derfetên malî yên ji Kendavê, nexasim ji Siûdî ne mumkin xuya dike. Yanî di vê guhertina siyaseta Siûdî beramberî Sûriyê de di destê Siûdî de derfetên zextkirina li Şamê hene. 

Barê giran li ser milê dîplomasiya Xweseriyê

Şam hem ji bo jinûveavakirinê û hem jî ji bo betalkirina cezakirinên DYE'yê hewce ye ku hinek jê re lobiyê bikin li Washingtonê. Ji bo vê jî ji Siûdî û Mîrîtiyên Yekbûyî guncavtir ti aktor xuya nakin. Em dikarin li vir derfetekê ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê bibînin. Heger siyaseteke rast bê birêvebirin, dîplomasiyeke xurt bê kirin, di ser DYE û welatên Ereb re zext li rejîmê dikare bê kirin da ku xweseriyê fermî nas bike. Em eşkere bibêjin, heta niha Esed hîç xwe neda ber qebûleke wisa. Fermîkirina xweseriyê jî wê statuya Rojava ewle bike. Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereb dixwazin belavbûna Tirkiyê li herêmê nexasim li Sûrî bidin rawestandin. Çareseriyeke wiha bi kêra wan jî tê. Li vir dîplomasiyeke pirralî, ya ku berjewendiyên aliyan li hev bîne, dikare ji bo Rêveberiya Xweser serketî be. 

Em nizanin, ka dîplomasiya Rojava wê çi qasî çalak be, lê em bi tiştekî dizanin; DYE, Erebistana Siûdî û Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereb bi xwe dixwazin êdî bi hikûmeta Şamê re têkiliyan bi şiklekî ji şeklan normalîze bikin. Heger wisa ye, gelek kar li ber dîplomasiya Rêveberiya Xweser û siyasetvanên Rojava heye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.