Pêngava dîplomasiyê ya DEM Partî

Pêncşem 16 Gulan 2024 - 00:58

Heyeta DEM Partiyê ya bi serokatiya Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari li Elmanyayê hevdîtinên dîplomatîk dike.

Heyeta DEM Partiyê ya bi serokatiya Tulay Hatîmogûllari ji Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsyar Ebrû Gunay, Nûnerê partiyê yê Ewropayê Eyyup Dorû û Nûnera partiyê ya Elmanyayê Leyla Îmret pêk tê.

Heyetê hevdîtin bi nûnerên Frîedrîch Ebert Stîftûng (FES) re kir û piştre li Parlamenta Federal a Elmanyayê bi Serokê Koma Dostaniya Tirkiye-Elmanyayê Max Lûcks û nûnerên koma parlamentê ya koma dostaniyê re hevdîtin kir.

Heyeta DEM Partiyê piştre bi Berdevkê Têkiliyên Derve yê Parlamentê yê Partiya Sosyal Demokrat a Elmanyayê (SPD) Nîls Schmîd û bi nûnerên rêveberiya SPD'ê re hevdîtin kir. Her wiha bi nûnerên Weqfa Polîtîka û Zanistiyê (SWP) re rûnişt.

Di hevdîtinan de encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê, têkoşîna muxalefeta demokratîk a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, têkiliyên Tirkiye-Yekîtiya Ewropayê, Tirkiye-Elmanyayê, nêrînên DEM Partiyê yên li ser mijarê, asta heyî ya Doza Kûmpasê ya Kobanê hatin nirxandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.