Dîplomasiya li welatên Ereb

Duşem 27 Gulan 2024 - 00:43

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê li welatên Ereban hevdîtinên dîplomatîk pêk bînin. Li gorî agahiyan, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê li welatên Ereban hevdîtinên dîplomatîk bimeşîne. Çavkaniyan dîroka hevdîtinan diyar nekirin, dan zanîn ku di demek nêz de wê ev hevdîtin pêk werin. Hat destnîşankirin ku wê hevdîtin di asta jor de pêk werin. Li gorî çavkaniyan di hevdîtinan de wê mijarên wekî, “Êriş û gefên li ser herêmê, pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, geşkirina aboriyê, xeteriya DAIŞ`ê” werin gotubejkirin.  

ANHA/CÎHAN BÎLGÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.