Em piştgiriyê didin înîsiyatîfê

Şemî 13 Tîrmeh 2024 - 00:41

ENES MIHEMED / ANHA / REQA

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji dema damezrandina xwe ve bang li hemû aliyan kir ku çareseriyek ji aloziya Sûriyê re bibînin û xaka wê bikin yek. Rêveberiyê bi rêya beyannameya xwe ya 29ˊê Hezîranê banga xwe ya pêwîstiya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî nû kir. Endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Ebdurehman El Ehmed bal bire ser giringiya diyaloga sûriyeyî-sûriyeî û dûrxistina tevahî pîlanên derve ku hewl didin li ser hesabê xwîna sûriyeyiyan berjewendiyên xwe pêk bînin û got:“Em piştgiriyê didin însiyatîfa Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina krîza Sûryeyê. Her wiha em destekê didin her kesên ku hewl dide rijandina xwîna sûriyeyiyan rawestîne, ewlehî û îstîqrara Sûriyeyê vegerîne." Li aliyekî din hevserokê Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê Hesen El Mistefa got:“Ji dêvla axaftin, lidarxistina kongre û diyalogên bê encam, divê çareseriyên krîza Sûriyeyê li ser erdê bên pêkanîn. Divê her kesê/a ku berjewendiyên sûriyeyan dixwaze li gorî wê tevbigere, ne ji bo pêkanîna destkeftiyên xwe li ser hesabê sûriyeyiyan tev bigere. Divê hikumeta Şamê têkildarî normalîzekirina bi dewleta Tirk re hişyar be û red bike. Divê hikumeta Şamê bîne bîra xwe ku vê dewletê herêmên Sûriyeyê dagir kirin, ji Lîwa Skenderon bigire heta bi Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê. Em rewşenbîrên Kantona Reqayê piştgiriyê didin însiyatîfa Rêveberiya Xweser a derbarê çareserkirina krîza Sûriyeyê de." Endamê Nivîsgeha Nîştimanî Ebdulkerîm El Esed jî got:"Ger dewleta Tirk berjewendiyên gelê Sûriyê bixwesta, bajarên Sûriyeyê dagir nedikirin, dewlemendî û binesaziya wê talan nedikir. Dewleta Tirk komên terorîst şandin Sûriyeyê da ku wêran bikin. Îro jî hewl dide xwe ji Sûriyeyê ve nêz bike û tevahî binpêkirinên li dijî gelê Sûriyeyê û xaka wî ji bîr kirin." Ebdulkerîm El Esed da zanîn ku Rêveberiya Xweser di çareserkirina krîza Sûriyeyê de, ji destpêka damezrandina wê heta îro hewl dide nêrînên ji bo Sûriyeyê bike yek.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.