Em hazir in bi Şamê re li hev rûnin

Pêncşem 4 Tîrmeh 2024 - 00:46

CÎHAN BÎLGÎN / ANHA

Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer destnîşan kir dewleta Tirk dixwaze hikûmeta Şamê bikişîne aliyê xwe û bi hev re li dijî Rêveberiya Xweser şer bikin. Koçber deng li Şamê kir ku neyê lîstika Tirkiyê, di rewşeke wiha de ew ê li ber xwe bidin û got heke Şam jî hazir be, ew hazir in ku li hev rûnin. 

Hesen Koçer bi bîr xist ku ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve dewleta Tirk a dagirker sîstema Sûriyeyê tawanbar kiriye, Beşar Esad mîna dîktatorekî nîşan daye û got: “Armanc ji van gotinan ew bû ku kesên muxalefetê bîne cem xwe, rêxistin bike û mudexeleya Sûriyeyê bike. Hemû xistin bin kontrola xwe û bi rêya wan mudexeleyî Sûriyeyê kir. Ji bo xirabkirina rewşa Sûriyeyê çeteyên wekî DAIŞ, Cebhet El Nusra bikar anîn.”

Koçer da zanîn ku Tirkiyeyê dixwaze bi rêya hikûmeta Şamê projeyên xwe pêk bîne û got: “Dixwaze hikûmeta Şamê bikişîne aliyê xwe û bixapîne. Ji hikûmeta Şamê re dibejê; `Em bi yekbûna erdê Sûriyeyê re ne, divê em xwe bikin yek ku bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şer bikin, hûn çi dixwazin em ê bikin.”

Me ew hişyar kiribûn

Hesen Koçer anî ziman ku li ser lîstokên dewleta Tirk ji destpêkê ve hêzên ser muxelefetê tevdigerin hişyar kiribûn, lê ew nehatin guhdar kirin û wiha pê de çû: “Ji destpêkê ve me ji kesên ku îro li dijî dewleta Tirk li herêmên dagirkirî rabûne serhildanê re got `Wê we bikar bînin, kes wekî me dewleta Tirk nas nake. Ger hûn Sûriyeyî ne werin em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi komploya dewleta Tirk neyên xapandin.’’

Helwesta berê ya Şamê baş bû

Koçer bal kişand ku li hemberî planên Tirkiyeyê helwesta hikûmeta Şamê ya destpêkê baş bû, netewî bû û wiha dom kir: “Digotin `Ger dewleta Tirkiyeyê ji erdê Sûriyeyê dernekeve em pê re hevdîtinan nakin.`Ev helwestek zelal bû, lê ger vê helwestê nedomîne dê Sûriyeyê bixisirîne. Ger bi dewleta Tirk re peyman çêbike wê dagirkirina axa xwe rewa bike.” 

Divê Şam bibîne

Hesen Koçer da zanîn Rêveberiya Xweser bi hêvî ye ku Şam bi Enqere re lihev neke, diyar kir armanca dewleta Tirk ew e ku hikûmeta Şamê li dijî Kurdan û hêzên demokratîk têxe eniya şer û ji bo êrişa ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikar bîne.

Koçer got,’’Bi texmîna min  di navbera Şam û Enqere de lihevkirinek çêbûye. Lê asta wê çiye ne diyar e. Beriya niha jî têkiliyên wan di asta ewlekariyê de hebûn û civînên wan çêbûne. Iraq dixwaze delweta Tirk û Sûriyeyê bîne cem hev. Ev ne rast e, wê krîzên gelek cidî li Iraq û Sûriyeyê derkevin. ‘’

Em li ser beyannameya Nîsana 2023’yan in

Cigirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber bibîr xist ku wan ji bo çareseriyê di Nîsana 2023`an de beyannameyek belav kiriye û niha jî ew li ser wê ne. Hesen Koçer diyar kirk u ew dikarin di aliyê aborî, siyasî, ewlekarî de pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin û wiha got: “Me xwe ji Şamê qût nekiriye û heta niha çûyîn û hatinên me hene. Lê divê Şam dest ji nêzîkatiyên wekî `Rêveberiya Xweser xetere` berde. Em ne xeterî ne jî dijminên Sûriyeyê ne. Em ê Sûriyeyê ava bikin. Me ji wan re got em dikarin bajarên ku hatine dagirkirin bi artêşa Sûriyeyê re rizgar bikin.

Em ji diyalogê re hazir in

Divê hikûmeta Şamê zanibe eger bi Tirkiyeyê re tifaqeke dijber çêbike, wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li berxwe bide. Ger bibejê `Em bi lihevkirin an jî diyalogên siyasî re ne` em jî hazir in.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.