Nikarin li ber berxwedaniyê bisekinin

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:47

CÛDÎ ÎBRAHÎM / ANF / KOBANÊ

Têkildarî desteserkirina li şaredariya bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê Ehmed Xoce axivî.  Xoce got dewleta Tirk nema dikare li ber berxwedaniya gele Kurd bisekine û pergala faşîzmê ya Tirk hildiweşe.

Xoce anî ziman ku gelê Kurd bi salan destkeftiyên bi nirx bidest xistin û got: “Piştî hilbijartinên şaredariyan jî gelek şaredarî hatin bidestxistin. Ew bi destxistin wiha ne hêsan bû, ew bi xwe berxwedanî û îradeya bi salan e. Êdî gelê me rûyê faşîzmê yê rast nas kiriye, êdî gelê me li hemberî van desdirêjiyan serî hilda ye û êdî van kiryaran qebûl nake.”

Nikarin li ber berxwedanê bisekinin

Xoce diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina netewa Kurd e û wiha pêde çû: “Li hemberî îradeya gelê Kurd, dewleta Tirk nikare bisekine. Dema ku mirov lê dinêre têkoşîna li Bakurê Kurdistanê gihîştiye asteke herî bilind. Gel vê desteserkirinê qebûl nake. Şaredariyên me nûnerê îrade û berxwedana me ya bi salane. Cihê dagirkeriyê wê li şaredariyên me tune be. Îradeya gel êdî sînorên dagirkeriyê qetand û ew jê re dibe tirs.

Sîstema faşîzmê hildiweşe

Bi bidestxistina bêhtirî 80 şaredariyên li Bakurê Kurdistanê, dewleta Tirk êdî pê hesiya ku êdî sîstema wê ber bi hilweşandinê ve diçe. Li dijî her desdirêjiyê gelê me riya berxwedaniyê dişopîne. Faşîzmê xwest sîstema xwe ya qirkirinê li Wanê bisepîn e, lê faşîzmê li hemberî îradeya xurt a gelê Bakur paşde gav avêt. Niha jî Hevşaredarê Colemêrgê hatiye destgîrkirin û şaredarî hate desteserkirin. Wê gelê me yê Bakurê Kurdistanê xwedî li şaredariyên xwe derkeve."

Wê dawî li faşîzmê were

Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê ya Kantona Firatê Ehmed Xoce destnîşan kir ku divê her kes piştgiriyê bide berxwedana li Bakurê Kurdistanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em bi hêvî ne ku wê gelê me yê Bakurê Kurdistanê berxwedana xwe bidomîne, wê şaredariyên demokratîk ava bike û dawî li faşîzmê bîne."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.