Lihevkirina Şam û Tirkiyê wê ziyanê bide

Sêşem 9 Tîrmeh 2024 - 10:13

  • Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer diyar ku çi lihevkirinek di navbera Şam û Enqereyê de wê zirareke mezin bighîne gelê Sûriyê û aloziyê vegerîne xala destpêkê. Koçer destnîşan kir ku ew wekî Rêveberiya Xweser li dijî vê lihevkirinê ne û dê têkoşîna xwe ji bo parastina yekparebûn û serweriya Sûriyê dewam bikin.

JIYAN XELÎL

Di vê dema dawiyê de hewldanên normalîzekirinê di navbera Hikûmeta Şamê û Dewleta Tirk de pêk tên. Berî demekê Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê insîyatîfek ragihand û diyar kir ku wê hevdîtinekê di navbera Erdogan û El-Esed de pêk bîne. Li kêleka vê yekê çend hevdîtin di navbera Rûsya – Tirkiyê û hevdîtinên ewlekariyê di navbera Şam û Enqereyê de pêk hatin. Li bara vê yekê rojnameya me hevdîtineke taybet li gel Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer pêk anî.

Hûn wekî Rêveberiya Xweser bi çi rengî li nêzîkbûna Şam û Enqerayê dinêrin?

Dewleta Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve destwerdan kir û yê hişt rewşa Sûriyê bighêje vê asta xerabiyê, dîsa dagirkeriya dewleta Tirk e. Ji bo karibe berjwendiyên xwe pêk bîne û hêza xwe li vê herêmê fireh bike, şoreşa Sûriyê ji rêya wê derxist. Pêşî piştgirî da komên islamîst ên radîkal wekî DAIŞ û Cebhet El-Nusra û bi wî rengî dest li Sûriyê werda. Heta niha jî li wan herêmên dagirkirî, DAIŞ û Cebhet El-Nusra hene. Wekî her kesî dît jî 3 berpirsên DAIŞ’ê li Idlibê hatin kuştin. Ev jî hemû belge ne. Heta koçberên Sûriyayî yên birin cem xwe jî wekî kaxezekê bi kar anîn. Bi taybet ji bo destekeke aborî ji Ewropayê werbigire. Her wekî bi rêya wan dest li hin welatên din jî werda, wekî Lîbya, Azerbecan û Nêjerê. Vê dema dawiyê jî 300 çeteyên DAIŞ’ê şandin Başûrê Kurdistanê. Halê hazir jî netewperestiyeke pir cidî li dijî koçberên sûriyayî dike. Helbet ew van koçberan ji bo siyaseta xwe ya hindir û derve bi kar tîne. Lewra em dibêjin ku projeya dewleta Tirkiyê bihêzkirin û berfirekirina xwe di Sûriyê û Iraqê de ye. 

-Pêkan e herdu alî bighêjin lihevkirinekê û li gorî we dikarin li ser çi hev bikin?

Em dibînin ku çi tifaqek dewleta Tirkiyê li gel Sûriyê bike, ne gelê Sûriyê û ne jî dewleta Sûriyê sûdê wernagire. Berovajî wê, wê ziyaneke mezin be û Sûriyê hilweşîne. Çimkî armanca dewleta Tirkiyê ne wekî idîa dike ku wê Sûriyê biparêze, ew armanc dike çawa ji vê aloziyê sûdê bibîne. Binêrin, îro dijminatiyeke mezin li gel pêkhateya Ereb û koçberên sûriyayî dike. Ji ber vê çendê, dê lihevkirin zû bi zû çênebe û wê zehmetiyan jî bibîne. Ji ber ku şertên herdu aliyan dûrî hev in. 

Heta aniha Şam û Enqereyê li ser tiştekî li hev nekirine. Lê belê armanca dewleta Tirkiyê ya sereke têkbirina projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û derxistina tevlihî û fitinê ye . Bi her rengî hewl dide vê projeya demokratîk û biratiya gelan ji holê rake. Ji bo vê yekê hemû hêza xwe, ji dîplomasiyê bigire heta komên xwe yên çete bi kar tîne. Her wekî fişarê li hêzên navneteweyî jî dike tenê tawîzan li bara herêma me bi dest bixîne. Lewra armanca sereke Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û çi lihevkirin jî çêbibe dê li ser hesabê wê be. Lê ev yek zû bi zû pêk nayê. 

-Çima Rejîma Erdogan vê demê dixwaze bi Hikûmeta Şamê re bide û bistîne?

Destpêka aloziya Sûriyê, Rejîma Tirkiyê dijminatiya Beşar El-Esed kir û ew wekî dektator nîşan da. Lê belê piştî ku dît siyaseta wê xitmî û dewletên ereban hêdî hêdî dorpêça ji ser hikûmeta Şamê rakir, siyaseta xwe guhert. Êdî fêm kir ku bi vê siyasetê dê nikaribe di Sûriyê de bandorê bike û berjwenediyên xwe pêk bîn. Ev jî tê wateya ku siyaseta derve ya dewleta Tirkiyê bo Sûriyê têk çû. Bi taybet ku berî niha El-Esed wekî “terorîst” bi nav dikir aniha jî dibêje em dikarin bi hev re rûnên, ev mikurhatin e ku siyaseta wê bi bin ket. Lewra aniha ji nû ve siyaseta xwe ber çavan re derbas dike û êdî dibêje em dikarin bi dewletên ereban û hikûmeta Şamê re jî li hev bikin. Wekî me got armanc dikin Bakur û Rojhilatê Sûriyê tengav bike. Lê pêkanîna vê yekê tê wateya rewakirina dagirkeriya Tirkiyê ji axa Sûriyê re. Ji xwe lidarxistina xwepêşandanan li herêmên dagirkirî jî mînaka vê yekê ye. Bi gotineke din, dewleta Tirkiyê tenê li berjwendiyên xwe digire û derdê wê ne Sûriyê û şoreşa wê ye. Heta ji bo Filestînê jî heman tiştî dike. 

-Sûda Şamê ji van hevdîtinan çi ye?

Ne Sûriyê û jî dewleta Sûriyê sûdê ji ti lihevkirinekê nagire. Tirkiyê bajarên Sûriyayî tev wêran kirin. Ji ber siyaseta dewleta Tirkiyê têk çû, dixwaze li ser pişta gelê Sûriyê xwe bi hêz bike û li ser lingê xwe bisekine. Em dibînin ku wê lihevkirin ziyaneke mezin bighîne hevgirtina gelê Sûriyê. Ji ber vê yekê jî em Rêveberiya Xweser jî bang li dewleta Sûriyê dikin tu carî bi van siyasetên dewleta Tirkiyê neyê xapandin. Ji ber ku di dawiyê de, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû gelê Sûriyê em dikarin pirsgirêkên xwe bi rengekî hindirîn çareser bikin. Her wiha helwesta dewleta Sûriyê ku dixwaze dewleta Tirk ji Sûriyê, rast e, çimkî eger xwe venekişîne wê demê diyar dibe ku dixwaze li ser hesabê gelê Sûriyê berjwendiyên xwe bi pêş bixîne.

-Rola Rûsya di van danûstandinan de çawa ye?

Rola Rûsya di destpêka şoreşê de neyînî bû. Ji ber mijarên hevdîtinên bi Tirkiyê re û bazara li ser bajarên Sûriyê. Bi taybet pêşkêşkirina Efrînê bo dagirkeriya Tirkiyê. Ev ne baş bû. Em hêvî dikin ku Rûsya vê siyaseta xwe dubare neke. Eger dubare bibe jî dê gelê Sûriyê nerazîbûneke xurt li hemberî Rûsyayê nîşan bide. Mumkine ku Rûsya destekê bi dewleta Tirkiyê. Lê em dibêjin gereke piştgiriya Rûsya li ser bingehê çareserkirina aloziya Sûriyê be. Heta ku karibe Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Şamê bîne gel hev û nîqaşeke siyasî bide meşandin, hingî dê helwesta Rûsyayê erênî be. Heta Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî jî gereke bi vî çavî li gelê Sûriyê binêrin. Divê rê nedin Tirkiyê ku dîsa komujiyan derheqê gelê Sûriyê de pêk bîne û siyasta xwe ya qirêj dewam bike.

-Bandora van hevdîtin û danûstandinan li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî çi ne û helwesta we çawa ye?

Ev hevdîtin bandorê li tevhaiya Sûriyê dike, ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçekyekî vî welatî ye û dê zirareke mezin lê bibe. Ji ber ku di bingeh de tifaq li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Lê ez dîsa dibêjim, dê hevdîtineke wiha bi hêsanî çênebe ku Sûriyê vegerîne nuqteya sifirê. Helwesta Rêveberiya Xweser ew e ku em dîsa insiyatîfa xwe ya meha nîsana 2023’an bi pêş bixin. Em li dijî vê lihevkirina dewleta Tirkiyê û hikûmeta Şamê ne. Em di insiyatîfa xwe de bi israr in ku bendên wê yê “sereke yekparebûna erda Sûriyê, parastina serweriya Sûriyê, hevgirtina gelê Sûriyê, jiyandina gelê Sûriyê di nava sîsteme ne navendî – demokratî”.Her wiha armanca me ya din jî rizgarkirina hemû herêmên din bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Çimkî dagirkirina wan herêman, yekparebûna axa Sûriyê û serweriya Sûriyê bin pê dike. Ji ber vê çendê helwesta Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelal e, ew jî parastina tevahiya pêkhateyên Sûriyê ye. Em ê têkoşîna xwe ji bo pêkanîna insiyatîfa xwe dewam bikin û xurtir bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.