Rêveberî xwedî statuyeke taybet e

Sêşem 18 Adar 2025 - 03:30

Di navbera Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlum Ebdî û Serokkomarê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed eş-Şara de peymaneke ji 8 xalan pêk tê hate îmzekirin. Peymanê, hem li Sûriyeyê hem jî di qada navneteweyî de deng veda.  

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku peyman piştî 2 civîn û pêwendiyên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta demkî ya Şamê re hatiye mohrkirin. Bedran Çiya Kurd diyar kir ku bi peymanê re wê destkeftiyên gelê Kurd ên bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’an bên parastin û di rojên pêş de jî komîteyên taybet û bi Şamê re danûstandinan bike û bi sererastkirinên qanûnî re ev destkeftî dê bên mayindekirin.  

Bedran Çiya Kurd di dewama nirxandina xwe de wiha qala naveroka peymanê kir:’’Em vê peymanê gelekî girîng dibînin. Eger ev peymana ku di navbera fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk û serokê desthilata demkî li Şamê de hatiye îmzekirin, berfireh bibe û hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê di nav xwe de bigire, ev yek dê bibe sedema bidawîhatina serdemeke tarî ya ku Sûriyeyê bi giştî girtiye. Dewsa serdema îşkence, zext û înkarê dê jiyana hevbeş, avakirina pergaleke piralî û civakeke hevgirtî û demokratîk bê avakirin. Ev hevgirtin hêz û yekgirtiyê dide Sûriyeyê. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wê bibe xwedî statuyeke taybet û xweseriya xwe ya biryardayînê ya niha winda nake. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hin hêzan ve bi hincetên nijadperestî rastî kampanyayên reşkirina siyasî û gelêrî hatiye lê xitaba nefretê bi vê peymanê re îflas kir, dawî li van kampanyayên reşkirinê anî û rastiya projeya me ya ku armanca wê xurtkirina Sûriyeyê û danîna wê li ser riya rast e, aşkera kir. Gelê Kurd û doza Kurdî li Sûriyeyê xwedî statuyeke taybet e. Di peymanê de bendeke zelal heye ku tê de behsa gelê Kurd weke gelê orjînal di civaka Sûriyeyê de dike û divê mafên wan di destûrê de bên misogerkirin. Gotûbêja van mafan û çawaniya misogerkirina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de dê bibe erka komîteyeke taybet û şandeyeke Kurdî ya taybet, ku ji gelek aliyên siyasî yên Kurdî pêk tê dê biçe Şamê ji bo gotûbêj û danûstandinan bike û bigihêje encamên berçav bi beşdariya hemû sazî û aliyên siyasî yên Kurdî. 

Bang wê bandora erênî bike

Înîsiyatîfa Rêber Abdullah Ocalan a ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, li derveyî Tirkiyeyê jî deng veda. Ger Tirkiye bi erênî bersivê bide înîsiyatîfê, ev yek wê bibe alîkar ku li herêmê bi giştî aramî û ewlekarî pêş bikeve. Dê rê li ber çareserkirina piraniya doz û arîşeyên hilawîstî veke. Bêguman wê bandoreke erênî li ser Sûriyeyê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Li vir em li ser siyaseta Tirkiyê ya li hember Kurdan tekez bikin ku eger Tirkiye bi erênî bersiva înîsiyatîfê bide, dê ev siyaseta Tirkiyê biguhere. Ev bersiv wê deriyê çareseriya demokratîk veke û aştî û jiyana hevbeş li Tirkiye û herêmê belav bike. Peyama Rêberê Gelê Kurd ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk re şand, çareseriya demokratîk di çarçoveya Sûriyeyeke yekbûyî û piralî de nirxand. Ev pêşniyar ji bo me bû teşwîqeke erênî ji bo ku em bibin aliyek bi bandor di çareseriya aloziya Sûriyeyê de. Bi vî awayî em bigihin vê peymanê ku wê pêşeroja welat û mafên hemû pêkhateyan garantî bike.

MA/EMRULLAH ACAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.