Li Emerîka proje tê nîqaşkirin

Sêşem 2 Çile 2024 - 08:30

Endamê nûnertiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Emerîkayê û endamê meclisa serokatiyê ya MSD'ê Besam Îshaq destnîşan kir ku ew li Washingtonê hewl didin balê bibin ser projeya Rêveberiya Xweser û got:"Karê dîplomasî ji bo MSD'ê gelekî girîng e, hebûna me li Emerîkayê ji bo armancên sûriyeyiya nû dewleta Sûriyeyê ya nû ya demokratîk û nenavendî û bibe dewleteke pirrengî ku hemû pêkhateyan nas bike." 

Bi coş hate pêşiwazî kirin

Têkildarî nêrîna berpirsên Amerîkayê li ser projeya Rêveberiya Xweser Îshaq wiha got:"Proje heta asteke mezin bi sîstema siyasî û civakî ya Emerîkayê re nêzîk û hemaheng e ku ew jî li ser bingeha pirrengiyê ye. Gelê li wir ji gelek welatan, etnîk, çand û şaristaniyan e, lê belê ew vê cudabûnê wek çavkaniyeke pirrengiyê dibînin. Di destûrê de jî tu pêkhate li ser hesabê ya din nehatiye nîşandan, tenê nasnameya siyasî heye ew jî Emerîka ye û hemû welatî tê de wekhev in."

Îshaq diyar kir ku di qadên siyasî yên Emerîkayê de projeya Rêveberiya Xweser bi coşeke mezin tê pêşwazkirin û got:"Ew girîngiyê didin mijara azadiyê di hilbijartina baweriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de. Ji ber ku wan di sedsalên dawî de gelek zehmetî derbarê wê de kişandin. Cihê tekane ku bi awayekî serbest û bê pirsgirêk azadî li gorî baweriyê ye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber wê jî ev xalên hevbeş dikarin bandoreke erênî ya mezin li projeya Rêveberiya Xweser bikin."

Di dawiya axaftina xwe de Îshaq destnîşan kir ku wan bi rêya hevdîtinên bi senatoyên Emerîkayê re ew vexwendin serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da ku ji nêz ve projeyê nas bikin.

ANHA/ZANA SEYDÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.