Serokeşîran serdana Mexmûrê kirin

Sêşem 28 Mijdar 2023 - 00:15

Şandeyek ji 9 serok eşîrên herêma Mûsilê û berpirsê Malbenda YNK’ê ya navçeya Mexmûrê Xazî Feysel serdana wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê kirin. Şande destpêkê li Saziya Têkiliyên Derve ya Mexmûrê li gel rêveber û rûspiyên Mexmûrê civiyan. Serok eşîran nerazîbûnên xwe yên li hemberî êrişên li ser wargehê û keyxweşiya xwe ya dîtina wargehê anîn ziman.

Wargehê xerab didin nasîn

Piştî gotûbêjên herdu aliyan şandeyê serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Feryad Buldan û konê sersaxiyê yê Mamosta Sedîq Benek kirin û ji her du malbatan re sersaxî xwestin. Têkildarê serdana xwe Mamosta Nayîf Derwêş Salih axivî, keyfxweşiya xwe ya hatina Mexmûrê anî ziman û got:“Gotinên ku me di derbarê wargehê de ji ragihandinên dijber dibihistin gelek ji dîtina wargehê cûdatir bû. Dihat gotin ku ew mirovên zilmkar, kujer û şerker in. Lê me dît ku ev gel gelek aştîxwaz e, birûmet û xwedî maf in. Pêwîste hikûmeta Iraqê pêdiviyên vî gelî pêşwazî bike. Ti ferq û cûdahî di navbera Kurd û Ereban de tine ye. Em hemû jî zarokê yek gel û yek civakê ne. Cihê dil êşiyêye ku zarokên vî gelî bê xwedî ne û bê pêwîstiyên tendirûstî mane. Em gelê Iraqê mirovên mêvan perwerin, divê em bi erkê xwe rabin. Ji ber ku daxwazên wan gelek sade û hêsan in. Em bang li hikumeta Iraqê dikin ku xwedî li wan derbikeve û pêwîstiyên wan pêşwazî bike. Matmayî mam ji ber ku min dîtin ev gel xwedî asteke rewşenbîrî, zanebûn in û xwedî dozekî rast in. Ez bi rêya ajansa we bang li tevahî kesayetan dikim ku bên vî gelî ji nêz ve nas bikin û alîkariya vî gelî bikin. Kî çi ji destê wî bê divê ji bo vî gelî bike.” Her wiha Endamê Saziya Têkiliyên ji Derve ya Mexmûrê Bêwar Unver jî got:“Serdana wan li ser daxwazên me pêk hat. Weke xelkê wargehê ev 25 sal in em li vir bi xelkê herêmê re di nava aramiyê de jiyan dikin. Me jiyana xwe li ser felsefeya netewa demokratîk ya Rêbertî pêşxistî avakiriye. Biratiya gelan projeyek ya Rêbertiye û li gelek cihan jî tê pêşxistin. Li ser vê bingihê emê hevdîtinên xwe yên bi gelên herêmê re bidomînîn.”

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.