Dijminên bav û kalan, nabin dostê lawan

Kendal CÛDÎ nivîsand —

Duşem 9 Mijdar 2020 - 23:29

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ango em bêjin tenê PDK wê baştir be, rehên jiyanê hemû yên li Başûr di aliyê aborî, jiyanî û siyasî de xistine bin desthilatdariya dewleta Tirk. Şîrketên dewleta Tirk û torên MÎTʼê yên li Başûr bi vî karî radibin. Ji aliyekî din ve, ji roja îlankirina federaliya Başûrê Kurdistanê û heta îro ku dengeyên cîhanê û yên Rojhilata Navîn têne guhartin, Başûrê Kurdistanê bi hişmendiya partîtî û malbatî (malbata Barzanî) tê birêvebirin.

Mixabin ji ber vê siyaseta "malbatî" û pêkanîna berjewendiyên tenê çend kesan, xelkê Başûrê Kurdistanê gelek zerar dît. Di heman demê de ji ber vê hişmendiyê, şerê birakujiyê di navbera PDK û YNKʼê de derket û Barzanî li ser tankên kujerê Kurdan Sedam Hisên derbasî Hewlerê bû û bi hevkariya kujerên Kurdan li dijî YNKʼê şer kir. Wekî ku çawa îro diyar dibe ku PDK heman siyasetê li Başûr dimeşîne ku zemîna dagirkirina Başûr ji aliyê dewleta Tirk ve, amade dike.

PDK ku Başûr bi rê ve dibe, li şûna ku Başûr bike welatekî berhemdar, xêr û bêrên di destê xwe de bixe ximzeta pêşxistina Başûr, lê mixabin tenê Başûr kir êsîrê şîrketên dewleta Tirk. Gihîşt astekê ku hikumeta Başûr a ku PDK tê de serwer e, mûçeyên karmendên xwe nede. Ev yek jî diyar dike ku ne PDK û ne jî hikûmet projeyên wan ên stratejîk ji bo herêma Kurdistanê tunene.

Li welatekî dema ku parlamento tê de hebe, bêguman herî kêm nêrîndayîna bi awayekî azad ya her partiyekê yan jî her rêxistinekê û demokrasî tê bîra mirovan. Lê mixabin, li Başûrê Kurdistanê di vî alî de bi bin ket û nikaribû parlamentoyeke azad ku tê de her partî nêrîna xwe bîne ziman û û rewşa gendelî ya hikumetê rexne bike, were avakirin.
PDK di aliyên aborî, siyasî, civakî û rêvebirinê de, di nava şikestineke mezin û cidî de ye. Mixabin, li şûna ku berê xwe bide aliyê kurdî û bi hev re Başûr di aliyê siyasî û aborî de biparêzin û bi pêş bixin, berê xwe daye dewleta Tirk û li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê amadekariyya şer dike. PDK difikire ku eger bi dewleta Tirk a qirkera Kurdan re şerê PKKʼê û dewleta Tirk bikeve Başûr, dê PDK ji aloziya wê rizgar bike. Lê bila PDK baş bizane ku dewleta Tirk wê tu carî birînên Kurdan derman neke. Dewleta Tirk a ku Şêx Seîd û Seyîd Riza darve kirin, a ku geliyê Zîlanê bi xwîna Kurdan kir deryayek, a ku Efrîn dagir kir û qirkirin li dijî Kurdan pêk anî, a ku li dijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê derket, wê tu carî gelê Başûrê Kurdistanê û tevî partiyên siyasî yên Başûr û di serî de PDKʼê ji aloziya jiyanî xelas neke. Bav û kalên me jî got "Dijminên bav û kalan, nabin dostê lawan".

Ya sosret PDKʼê binkeftinên xwe yên di aliyê siyasî û aborî de, hemû xistine stûyê PKKʼê. Di daxuyanî û helwestên rayedarên PDKʼê de jî ev yek baş diyar dibe. PDK ji bo ku binkeftinên xwe veşêre, amadekariyên şerekî birakujiyê dike. Eger mirov li ragihandina nêzî PDKʼê ya li Başûr temaşe bike jî, dê bibîne zemînê amadekirina vî şerî dikin. Xwezî ew dezgehên çapemeniyê nexasim ARK, Kurdistanê 24 û Rûdaw bi qasî ku hewl didin şerê birakujiyê gur dikin, hewl bidin ku şer di navbera hêzên kurdî de çênebe û bi rêya diyalogê û pêkanîna yekitiya nîştimanî ya kurdî, her kes pirsgirêka xwe çareser bike. Diyar e ku heta niha tenê PDK bi desteka yekser a dewleta Tirk dixwaze ev şer çêbe. Heta vê kêliyê jî YNKʼê piştgirî nedaye vê fikira PDKʼê û rayedarên YNKʼê jî yên di nava hikumetê de ev tişt piştrast kir. Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê jî naxwazin tev li vî şerî bibin û çûyîna li herêma Garê û beriya wê jî Zînê Wertê red kirin. PDK niha hewl dide bi rêya parlamentoyê şerê birakujiyê rewa bike û êrişî tevgera azadiyê ya Kurdistanê bike.

PKK’ê jî helwesta xwe jî li hemberî proveksyonên PDKʼê eşkere kir û ragihand ku ew ê hewl bidin ku şerê birakujî rû nede û gelek caran bang li rayedarên PDKʼê kir ku werin û bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin. Eger ev şer çêbibe ku Kurd ne li benda vê yekê ne, wê her hêzekeke kurdî jê zirarê bibîne. Bila tu partiyên kurdî nebêje ku ez beşdarî vî şerî nabim û eleqeya min pê tune ye, divê her kes berê xwe bide Başûr û rê li pêşiya vê kerasetê bigire ku dewleta Tirk hewl dide çêke.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.