Komîteya Destûrê ya Sûrî ku di Cotmeha 2019ʼan de hate avakirin, heta niha 4 caran li hev rûniştiye. Bêguman dema behsa destûreke nû ji bo welatekî tê kirin, yekser di mêjiyê mirovan de çêdibe ku mîna aliyên beşdarî vê komîteyê bûne, nûnerên hemû pêkhateyên wî welatî bin. Nexasim dema behsa destûreke nû ji bo Sûriyê tê kirin ku ev deh sal e di bin navê "şoreşê" de şerên dijwar lê diqewimin û dewletên herêmî û hêzên navneteweyî tê de hene, mirov dibêje piştî ewqas sal ji şer û kuştinê, aliyên ku bûn sedema şerê Sûriyê "rejîm û opozîsyona bi ser Tirkiyê ve" hêviya destûreke nû ku tê de mafên hemû pêkhateyan hebin û hemû alî beşdar bibin, didin mirovan. Lê mixabin nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) nûnertiya wan dike, ji komîteya destûrê bi vetoya dewleta Tirk a qirker hatin dûrxistin. 

Di 4ʼê Kanûnê de bidawîbûna civîna 4ʼan a komîteya destûrê, her du aliyên komîteyê; rejîm û qaşo "opozîsyona" di bin venêrîna dewleta Tirk de, du belgeyên sosret pêşkêş kirin. Dema mirov xalên wan belgeyan dixwîne, qey tu dibêjî li vî welatî (Sûriye) şer çênebûye, beşek ji axa mezin a Sûriyê ji aliyê dewlet Tirk ve nehatiye dagirkirin, Rûsya û Îranê îradeya rejîmê nexistiye bin kontrola xwe û çeteyên opozîsyonê ku tenê bûne hêzeke di destê dewleta Tirk de û dewleta Tirk ji Lîbyayê ta Qefqasya û Somaliyê û herî dawî Keşmîrê li gorî berjewendiyên AKP-MHPʼê şer nakin.
Rejîma Sûriyê di belgeya xwe de, îşaret bi projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev proje wek "parçebûna axa Sûriyê" bi nav kir. Her wiha behsa "rewabûna" şerê li dijî vê projeyê kir. Ji vê xalê diyar dibe ku rejîma Sûriyê siyaseta înkarkirina pêkhateyên Sûriyê û nexasim pêkhateya Kurd diyar dibe. A din rejîma Sûriyê bi awayekî eşkere pêkhateyên Sûriyê yên din li dijî Kurdan sor dike û dixwaze şerê Kurd û Ereban li herêmê derxe. Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed beriya çend rojan di civînekê de, li ser belgeya ku nûnerê wî yê di civîna komîteya destûrê de pêşkêş kiriye, zêde kir û pêkhateyên Sûriyê hemû paşguh kirin û Sûriye wek welatekî ku tenê Ereb tê de hene, destnîşan kir. Rejîmeke ku Sûriye ji Rûsya û Îranê re kiriye qada tecrubekirina çekan, bi hezaran şêniyên Sûriyê qetil kirin û bi milyonan jî koçber kirin û itîrafê bi pêkhateyên din nake, wê çawa destûreke ku tê de hemû sûrî xwe bibînin, çêke?!

Belgeya qaşo bi navê opozîsyonê jî ji belgeya rejîmê ne dûr bû. Dibe ku têgehên cuda bi kar anîbin, lê cewher yek e. Opozîsyonê jî behsa mafên pêkhateyan nekir û nexasim pêkhateya Kurd û şer û têkoşîna hêzên Bakur û Rojhilatê û projeya Rêveberiya Xweser, paşguh kir. Ev opozîsyona ku hişt dewleta Tirk axa Sûriyê dagir bike û hişt ku dewleta Tirk ciwanên sûrî wek çete ji Lîbyayê ta Keşmîrê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, wê çawa bikare destûrekê ji bo tevahiya gelê Sûriyê çêke?! 

Çawa ku her çar dewletên dagirkerên Kurdistanê; Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê di mijara Kurdan de dibûn yek û li dijî Kurdan komplo û planên qirêjî datînin, di belgeya rejîma Sûriyê û qaşo opozîsyonê de, heman dijminahî derket holê. Bi gotineke din, rejîm û opozîsyon di komîteya destûrê de tenê li ser yek xalê li hev kiriye, ew jî rakirina Rêveberiya Xweser e. Lê mirov ji van helwestan şaş namîne, ji ber ku her du alî li ser zîhniyeta Baasê ya înkarkirina Kurdan perwerde û mezin bûne. Lê balkêş e ku her du aliyan ku nîvê Sûriyê daye dewleta Tirk, Rûsya û Îranê û dewleta Tirk li herêmên ku dagir kirine siyaseta guhartina demografiyê pêk tîne, Rêveberiya Xweser bi parçekirina axa Sûriyê tawanbar dikin!

Heta ku dewleta Tirk a qirker li ser komîteya destûrê serwer be, ne mimkun e ku MSD beşdarî civîna amadekirina destûrê bibe û tê de mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêze. Lewra MSD neçar e ku hêza opozîsyoneke demokratîk ku bikare destûrekê ji bo tevahiya pêkhateyên sûrî ava bike. MSD dikare Dikeya Qahîreyê û Dikeya Moskovê û hemû hêzên demokratîk ên opozîsyonê komî ser hev bike û serkêşiya avakirina Sûriyeke nû bike. Ji ber ku MSD tekane hêz e ku xwedî proje ye ku mafên hemû pêkhateyan li ser esasê Sûriyeke nenavendî diparêze. Di heman demê de, Yekitiya Ewropayê û Amerîka piştgiriyê didin nêrîna MSD`ê ya ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê.