Dijîtalî: Dijî asîmîlasyonê derfetek

În 23 Sibat 2024 - 00:19

  • Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanî mamosteyên Kurd ên ku li Ewropayê dersên Kurdî didin dîtinên xwe li ser rewşa Kurdî gotin. Mamosteyên Kurdî bal birin ser wê, divê Kurd zêdetir bikaribin hêza teknolojiyê weke derfetekê li dijî asîmîlasyonê bixebitînin û gotin ya herî girîng axaftina navmalê ye û ji dê û bavan xwestin ku bi Kurdî bi zarên xwe re biaxivin.

ARAT ARARAT

Ji mamosteyan Abdulkadîr Ulumaskan,ku bi salan e li Elmanyayê mamostetiya Kurdî dike, têkilî rewşa Kurdî ya li Elmanya dibêje li gorî salên bihurî hijmara mamoste û xwendekarên Kurd zêdetir bûye û vê agahiyê par ve dike: ‘’Li 6 eyaletên Elmanyayê li dibistana seretayî û navîn giştî 3.500 xwendekar tevlî dersên Kurdî dibin.’’

Li gorî nifûsa Kurdan kêm e

Ulumaskan bi domdarî wiha dibêje: ‘’Piraniya dersên Kurdî li eyaleta Bakur Ren-Vestfalya bi Kurmancî, Soranî û Kirmanckî ye. Li vê eyaletê bi qasî 2 hezar xwendekarî tevlî dersên Kurdî dibin. Li gorî salên berê zêdebûna xwendekar û mamosteyên Kurdî baş e lê dema ku em lê bifikirin ku li Elmanyayê zêdetirî milyonekê Kurd hene, ev hijmar kêm dimîne. ‘’

Têkoşîna dijî asîmîlasyonê kêm e

Ulumaskan bi bîr xist têkoşîna dijî asîmîlasyonê kêm dimîne û dibêje,’’Mixabin bi giştî li ser Kurdî em zêde ne xemxur in û em ne xwedî polîtîkayekê ne. Li Ewropayê û Elmanyayê gelek derfet û potansiyel hene lê rêjeya xwendekarên ku tevlî dersên Kurdî dibin nîşan dide ku di mijara Kurdî de serkeftineke berbiçav nîne.’’

Hewceyî bi xebatên berfireh heye

Ulumaskan bi berdewamî got meseleya zimên bi rojeke weke 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî nikare were sînordarkirin, bi peyam û çend bernameyên têkilî vê rojê mijara zimên safî nabe û hewceyî bi çareseriyeke berfireh heye.

Saziyên zimên divê xurtir bibin

Ulumaskan bal bire ser rola saziyên Kurdî û got,’’Kêm jî be hin saziyên zimanê Kurdî hene û divê bi hev re tevbigerin û li çareyekê bigerin. Gelek sazî û mirov ji halê hazir ne dilxweş in. Dibe ku îro dengê wan zêde neyê bihîstin û li ser girseyên berfireh ê civaka Kurd tesîra wan nebe. Lê daxwaz û potansiyelek heye. Ev raman dikare xurtir bibe û dikare li nav civakê tesîreke çê li ser Kurdî bike. Heke bibin xwedî otorîteyekê û bi hev re bixebitin dibe ku ji alî ziman ve bikaribin tesîrê li ser siyaseta Kurd jî bikin.’’

Bêyî desteka darayî ziman zû geş nabe

Serokê Yekîtiya Mamosteyên Kurd a Ewropayê (YMK) Semir Xidir Ebdî got Kurdiya li ber dest bi keda mirovên bihistyar û ji Kurdî hez dikin geş bûye, bal bire ser hêza aborî ya li ser geşbûna zimên û got,’’Dema ku desteke xurt a darayî nebe ev geşedana zimên bi derengî dixe. Ji bo zimên dabînkirina desteka darayî têra xwe zor û zehmet e, ji ber ku ne aliyên fermî û ne jî yên ne fermî xwe nedane ber vê peywira girîng û teqez.’’

Bêstandartî zimên dabeş dike

Ebdî bi berdewamî got êdî Kurdî ketiye qonaxeke nû û domand,’’Ji aliyekî ve hîsa netewî dike ku hin bi şev û roj bixebitin, mîna li Başûr û Rojava û li Ewropayê ber bi xebatê ve tehf didin lê ev jî rastiyek e ku ev xebat têrê nakin. Ji ber ku, bi sedema ku îro zimanekî standart nîne zimanê me ji hev dabeş dibe, piraniya kesên ku bi Kurdî diaxivin jî asîmîle dibin.’’

Ji bo dijîtalbûna Kurdî me çi kiriye?

Ebdî her wiha bal bire ser xebatên Weqfa Mezopotamyayê û SZK’ê û got ev jî nîşan dide ku saziyên zimên jî ne yek in û wiha domand: ‘’Sermesele, saziyên fermî yên Kurd ji bo dijîtalbûna Kurdî çi kirine? Ji bo ku malperên sosyal li Kurdî wergerînin çi kirine? Ji bo ku Kurdî bi rengê zimanê biyanî were destekkirin çi kirine? Ji bo standartbûna Kurdî çi kirine? Bersiva van hemûyan ev e ku saziyên fermî peywirên hewce bi cih neanîne û pir bi giranî tevgeriyane.’’

Em ji navmalê dest pê bikin

Mem Dogala yê ku li Swêdê mamostetiya Kurdî dike bal bire ser asîmîlasyona sîstematîk a li ser Kurdî a di qonaxên dîrokî de û got,’’Polîtîkayên asîmîlasyonê û qirkirinê carinan bi navê îdeolojiyê, carinan bi navê dîn, carinan bi navê demokrasiyê, bi navê ‘’dabeşker’’, ‘’xayin’’, ‘’dimin’’ û ‘’tiliya hêzên derve’’ hatine kirin’’ û wiha domand: ‘’Niha pirsa esasî ev e: em ê li dijî asîmîlasyonê çawa bikaribin zimanê xwe biparêzin? Pêşî divê em ji nav malê dest pê bikin û bi zarên xwe re bi Kurdî biaxivin. Her tişt ji malê û ji dê û bav dest pê dike. Peywira me ye ku embi zimanê Kurdî têkilî gelê xwe bibin. Divê çanda me û saziyên çandî bi zimanê Kurdî bin. Divê siyaset bi Kurdî were kirin. Divê em nifşên pey xwe bêziman nehêlin. ‘’

Divê hêza teknolojiyê were xebitandin

Dogala wiha domand: ‘’Divê em ji bîr nekin ku ev serdem serdema teknolojiyê, ya geşedan û zanistê ye. Em ji derfetên teknolojiyê sûd wernagirin. Divê em îro hêza Google kêm nebînin. Em ji vê sûd werbigirin. Bi telefonên xwe yên biaqil, bi malperên xwe yên Kurdî, bi televizyonên xwe yên Kurdî, bi kovar û pirtûkên Kurdî em dikarin Kurdî bixwînin, guhdarî bikin û temaşe bikin. Divê em hêza teknolojiyê bixebitînin û zimanê xwe geş bikin.’’

16 hezar kesî dersa Kurdî dîtin

Mem Dogala her wiha got li  Swêdê ji sala 1976’an û wir ve dersên Kurdî hene, li gorî daneyên sala hîndekarî-perwerdehiyê ya salên 2022/23’yan 270 mamosteyên Kurdî hatine ser kar û hijmara xwendekarên ku Kurdî hîn bûne jî 16072 ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.