Dijî qeyûm nobetên Stenbol û Colemergê didomin

Pêncşem 18 Tîrmeh 2024 - 00:05

Nobeta li Stenbolê û Colemergê ku dijî talangerî û dagirkeriya qeyûm hatin destpêkirin didomin. Di nobeta Stenbolê de ku ji alî Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve tê rêvebirin, hate gotin bi têkoşîna yekgirtî ew ê bi ser bikevin. Li Colemergê jî hate gotin heta qeyûm bişînin ew ê li ber xwe bidin.

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê nobeta li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ya li Meydana Şîşxaneyê ya li Beyoglûyê di roja 36'an de berdewam kirin. Çalakvanan di nobetê de wek her roj tîşortên "Qeyûm bicehime" li xwe kirin û nerazîbûna xwe ya li dijî qeyûm dan nîşandan.

Nûnerê Tevgera Şoreşger Berkay Ustabaşi ewilî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Şîşxane veguheriye qada berxwedanê û ew ê xwedî li vîna gelê Kurd derkevin û têkoşîna xwe ya yegirtî bidomînin.

Têkoşîna yekgirtî wê pêşî li êrîşan bigire

Endama Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Nehîr Sevîm jî axivî û got ku têkoşîna wan dê bi serkeftinê bi encam bibe. 

Berdevka Platforma Çîna Şoreşger a Serbixwe (BDSP) Îpek Bozkurt jî destnîşan kir ku ew li her qadê bi êrîşên AKP-MHP'ê re rû bi rû dimînin û ew neçar in ku bi ruh û têkoşîna yekgirtî dikarin pêşî li van êrişan bigirin û ew neçar in têkoşîna yekgirtî bidomînin û wekî din tu şansek wan din nîne.

Nobeta ‘Rêzgirtina li vînê’ didome

Her wiha li Colemergê jî çalakiya nobetê ya li dijî rejîma talangerî û dagirkeriya qeyûm didome. Çalakiya "Nobeta rêzgirtina li vînê’’ ya ku Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) di 25'ê Hezîranê de li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê dabû destpêkirin, di roja 12'emîn de ye. Komên ku ji Mûş û Wanê hatin û beşdarî nobeta li ber Bazara Gel a Şaredariyê bûn domandin. 

Di nobetê de hate gotin qeyûm nasnekirina vîna gelê Kurd e, ew ê vê qebûl nekin û heta ku qeyûm biçe li ber xwe bidin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.