ZEYNEB ŞÊXO / ANHA / ŞEHBA
Dibistanên herêma Şehbayê yên di erdheja 6`ê Sibatê de zirar dîtibûn wê di betlaneya havînê de bên sererastkirin.
Li gorî agahiyên ku Cîgirê HevserokêDesteya Perwerdê û hîndekariyê ya Efrîn û Şehbayê Fadil Çawîş dane, di erdheja 6`ê Sibatê de li Şehbayê 4 dibistan û peymangehekê zirar dîtibûn. Ji ber ku sala perwerdeyê dewam dikir û li baxçeyê dibistanan kon hatibûn vedan, sererastkirina dibistanan hatibû paşxistin. Piştî bidawîbûna sala perwerdeyê ya 2022-2023`yan Desteya Perwerdeyê bi alîkariya Şaredariya Herêma Şehbayê dest bi amadekariyên sererastkirina dibistanan kir.
Şaredarî alîkariyê dike
Cîgirê HevserokêDesteya Perwerdê û hîndekariyê ya Efrîn û Şehbayê Fadil Çawîş destnîşan kir ku derfetên wan kêm in, lê şaredariya herêmê jî alîkariya wan dike û wê bi hev re sererastkirinê temam bikin.
Endamê Şaredariya Herêma Efrîn û Şehbayê Mehmûd Reşîd jî diyar kir ku ew ê bi hemû derfetên xwe alîkariya Desteya Perwerdeyê dikin û tiştên di destê xwe de pêşkêş dikin.