Di parastina çandê de rola jinê girîng e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Hezîran 2024 - 00:53

HERÊM QADIR / ROJNEWS

Jinên nivîskar û rewşenbîr diyar dikin li ser çand û zimanê Kurdî talokeya heye ku tine bibin û dibêjin sedema wê ya sereke jî bêxemiya desthilatê ye ku nekariye ziman, çand û hemû reseniyên netewa xwe biparêze.

Her gel û civakek bi çand û zimanê xwe tê naskirin ku lingên esas yên ji bo berdewamkirina hebûna wan tê pejirandin. Gelê Kurd jî xwedî çand û hunerek xwe ya dewlemend e ku ji cilûbergên Kurdewarî bigire heta ferheng û zimanê wê yê berfireh û dewlemend. Lê ji ber dagirkerî û bandora çandên derve, her tim dibin tepisandin û çewisandinan de maye. Li gel êrişên fîzîkî yên li ser gelê Kurd, her wiha li gel wê şerek taybet ku bê navber li dijî çand û kevneşopiya Kurdewarî tê meşandin heye.

Jinên rewşenbîr û nivîskar di derbarê parastin û jiyanîkirina çand û reseniya Kurdewarî de ji Rojnews’ê re axivîn.

Di parastina çandê de rola jinê girîng e

Nivîskar Selwa Elî qala rola jinan ya di parastina çand û hunera Kurdî de kir û wiha got: “Di parastina çanda neteweyî de, rolek mezin ya jinan heye. Bi taybet di parastina cilûberg û zimanê Kurdî de ku bi perwerdekirina zarokan bi çîrokên folklorîk û teşwîqdana zarokan di warê axaftina bi zimanê xwe bi xwe de. Dramayên biyanî ziyanek mezin li çanda Kurdî kiriye. Bi şêweyekê bandoreke xirab li ser zarokên me jî dikin.”

Rol dikeve ser medya û perwerdehiyê

Selwa Elî destnîşan kir ku metirsiya yekemîn li ser çand û ferhenga Kurdî ye ku beşek ji piraniya nifşê nû û yê dema bê zimanê dayîka xwe baş nizanin û wiha bang kir: “Ji bo wê divê wezareta perwerdeyê û kanalên medyayê bi hestyartir nêzîkî vê mijarê bibin da ku bikarin çanda Kurdî biparêzin. Ev bi rêya sînemayan jî semîneran dikare were kirin.”

Jin reseniya Kurdî diparêzin

Helbestvan Helale Şewket jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha anî ziman: “Jin wek dayîk ku çavkaniya perwerdekirinê ne, bi perwerdekirinê jî çand û reseniya Kurdî diparêzin. Ji bo wê divê jin di perwerdekirina kes ji bo hişyarkirina di beramberî parastina çand û hunerê de, hîn bandortir be. Çand û ferhenga me dibin metirsiyê de ye. Çima çandek biyanî ya hawirde ku ketiye nava gelê me tê parastin?”

Hikûmet di parastina çandê de bêxem e

Helale Şewket di dewama axaftina xwe de, di bêxemiya beramberî parastina çand û hunerê de rexne li desthilatê kir û wiha domand: “Hikûmet li beramberî parastina çanda me de, gelek bêxem e. Divê bername û planên bihêz ji bo parastina xak, çand û hemû reseniyên din hebin. Lê wek tê dîtin, bêplaniya heyî bûye sedema ferhenga me bikeve bin metirsiyê de û ferhengek hawirde were nav me de. Cil û bergên Kurdî têne şêwedan. Di gelek cihan de zimanê Kurdî, zimanê sêyem e. Evane rûxandin û planên hikûmetê bi xwe ne. Ti bernameyek ya desthilatê ji bo parastinê nîne.”

Divê gel li çand û ferhenga xwe miqate be

Helbestvan Helale Şewket herî dawî diyar kir ku divê gel di warê parastina çand û ferhenga xwe de hişyar be ku dîroka hezaran salan ya gelê wan bi xwe ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.