Di komployê de rola Kenyayê

În 7 Sibat 2025 - 03:00

  • Rubar Qedrî Yosîf ku ji Başûrê Kurdistanê ye, bi zanîngeha NLA ya li Norveçê ye li ser çanda Afrîkayê xebatê dimeşîne û ji bo vê li Kenyayê ye bal bir ser Komploya Navneteweyî ya di şexsê Rêber Abdullah Ocalan li hember gelê Kurd di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir.

Komploya Navneteweyî ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan li hember gelê Kurd di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999’an de bi tecrîda Îmraliyê bi dawî bû. Rêber Abdullah Ocalan piştî ku ji Şam a Sûriyeyê derket, di 12'ê Mijdara 1998'an de çû paytexta Yewnanîstan Atînayê û ji wir jî derbasî Rûsyayê bû û li Romaya paytexta Îtalyayê cih girt. Rêber Abdullah Ocalan ku di 17'ê Çileya 1999'an de di encama zextên dewletên rojavayî bi taybetî DYA'yê de neçar ma Romayê biterikîne, di navbera Moskova-Misk-Atîna de çû û hat û di 2'yê Sibatê de bi dizî derbasî Kenyayê bû. Di 1999’an de, bi balafirek ku ji alî NATO an CIA'yê ve hatî amadekirin birin Nairobi.

Li paytextan hevdîtinên veşartî

Piştî ku Abdullah Ocalan hat Kenyayê, muzakereyên tund dest pê kirin. Serê sibehê di navbera Sekretera Daîmî ya Wezareta Karên Derve ya Kenyayê Kathourima û Balyozê Yewnanîstanê George Kostoulas de civîneke veşartî pêk hat. Di heman demê de heyeta di bin serokatiya Şefê Îstîxbarata Îsraîlê David Ivry de li Enqereyê bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Tirk, MÎT û Midûriyeta Operasyonên Serfermandariya Giştî ya dewleta Tirk re hevdîtinek pêk anî.

Di 4’ê Sibata 1999’an de wek roja krîtîk a li Kenyayê ya komploya navneteweyî derbasî dîrokê bû.

Balyoza Yewnanîstanê Kostoulas çû Wezareta Karên Derve ya Kenyayê û bi Sekretera Daîmî Kathourima re hevdîtin kir. Welatiyên Kenyayî jî ji bo Abdullah Ocalan bang li balyozê Yewnanîstanê kirin û gotin, "Wî bide me, destwerdanê neke." Êvara heman rojê endamekî CIA’yê li mala wî bi Musteşarê MÎT'ê yê Tirkiyeyê Şenkal Atasagun re hevdîtin pêk anî.

Naîrobî û talîmata Atînayê

Wezîra Karên Derve ya Amerîkayê Madeleine Albright li Senatoya Amerîkayê axivî û got, "Her welatê ku Ocalan qebûl dike, divê bê darizandin." Ev gotinên Albright ji rêveberiyên Naîrobî û Atînayê re talîmatek zelal bûn. Abdullah Ocalan ku li mêvanxaneya Sefaretxaneya Yewnanîstanê ya li Kenyayê di nava şert û mercên dijwar de li ber xwe da, di heman rojê de çareserî dît ku bi fermî serî li Yewnanîstanê bide.

Abdullah Ocalan 9 rojan li Kenyayê ma û zext û tehdîd derketin asta jor. Hikûmeta Kenyayê daxwaz kir ku Abdullah Ocalan demildest ji welat derkeve. Abdullah Ocalan 15’ê Sibatê ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê û radestî Tirkiyeyê hat kirin. 

Îro komploya navneteweyî ya 26 salan didome û tecrîda Tirkiyeyê ya li lser Abdullah Ocalan didome. Hikûmeta Kenyayê di 1999’an de Abdullah Ocalan bi zorê ji welat derxist. Lê îro li Kenyayê felsefeya Abdullah Ocalan deng dide.  

Rubar Qedrî Yosîf ku ji Başûrê Kurdistanê ye, bi zanîngeha NLA ya li Norveçê ye li ser çanda Afrîkayê xebatê dimeşîne û ji bo vê li Kenyayê ye. Rubar Qedrî Yosîf ku li wir xebatên zanistî dimeşîne di heman demê de çavdêriyên xwe yên der barê gelê Kenyayê yên ji bo Abdullah Ocalan jî radigihîne.

Li Kenyayê bi Kurdan re piştevanî

Rubar Yosîf wek jinek Kurd li Kenyayê bi jinan re tê gel hev. Rubar Yosîf der barê çavderiyên xwe yên wir de wiha dibêje: “Min serdana gelek saziyên sivîl kir û li vir çalakiyên curbicur derbarê serpêhatiyên gelê Kurd de li dar xistin. Di hevdîtina xwe ya bi rêxistineke jinan re, ji bo pêşîgirtina li darvekirina du jinên çalakvan li Îranê Zeyneb Celaliyan û Werîşe Muradî peyamên hevgirtinê yên navneteweyî hatin. Li ser vê daxwazê, rêxistina jinan a ku ez pê re axivîm, di çarçoveya kampanyaya 'Rakirina cezayê darvekirinê ji bo jinan' sînevîzyonek weşand û ev piştgirî tomar kirin.”

26 dar çandin

Rubar Yosîf wiha got: “Me bi armanca balkişandina ser tecrîda Abdullah Ocalan li bajarokek Kenyayê 26 dar çandin. Me navê ‘Rêber Apo’ lê danî. Min ji bo şoreşa ‘jin jiyan azadî’ bername pêk anîn. Sêyemîn bernameya me ji bo azadiya Rêber Apo bû.”

JINNEWS/ENQERE 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.