Divê Tirkiye ji herêmê derkeve

Çarşem 16 Nîsan 2025 - 03:10

Rojnameger Ekrem Berekat anî ziman ku civîn û diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê berdewam dikin û got: “Heta dagirkeriya Tirkiyeyê hebe ne mimkun e pirsgirêkên Suriyeyê bên çareserkirin û koçberên Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê vegerin cih û warên xwe.”

Rojnameger Ekrem Berekat têkildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.

Pêşdestûr weke tek reng û tek gel bû

Rojnameger Ekrem Berekat diyar kir ku piştî hevpeymanê di asta Suriyeyê ya giştî de guherînek pêk nehatiye û wiha got: “Piştî hevpeymana di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêk hat di asta Suriyeyê giştî de guherînek pêk nehat. Ji ber ku piştî hevpeymanê rêveberiya Şamê pêşdestûrek ragihand. Xalên pêşdestûr û hevpeymanê hevdû nedigirtin. Pêşdestûr weke tek reng û tek gel bû.”

Wê diyalogê pêş bixîne

Ekrem Berekat bal kişand ser komîteya diyaloge ku hatiye amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hevpeymanê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de 3 civîn hatin lidarxistin. Herî dawî jî beriya 2 rojan komîteyek hat avakirin. Ew komîte jî 7 kesan pêk tê û Kurd û Ereb jî di nav de nûnerên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ne. Ew komîte niha komîteyeke teng e û wê di rojên pêş de bê berfireh kirin. Ew komîte jî wê di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta nû ya Şamê de dîaloge pêş bixîne.”

Xebata vegera koçberan dewam dike

Ekrem Berekat derbarê vegera koçberên ji Efrîn, Serêkanî û Girêspî de jî anî ziman ku ji ber hikûmeta Şamê tatmînat nedayê koçber nikarinê vêgerin warên xwe û got xebata vegera koçberan dewam dike. 

Êrişên Tirkiyeyê dewam dikin

Ekrem Berekat têkildarî nîqaşa agirbestê ya Tirkiyeyê jî destnîşan kir ku Tirkiyeyê li ser herême ranewestiyanê û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk ji ber ku heza wê ketiyê nikarê edî êriş bike. Hemû êrişên wan ji aliyê YPG, YPJ û HSDê vê hat şikandin. Her wiha gel berxwedaneke dîrokî nîşan da. Ew berxwedan wê di rûpela gelê Kurd û cihanê de jî be nivîsandin. 

Bandora yekîtiya partiyên kurd

Ekrem Berekat bi lêv kir ku kongreya yekitiya partiyên Kurd wê bandor li pêşeroja Suriyeyê û tevahî Kurdistanê bike û axaftina xwe wiha qedand: “Yekitiya partiyên Kurd wê bandorê li pêşeroja Suriyeyê û tevahî Kurdistanê bike. Bawer im tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Suriyeyê wê berê xwe bidin cihê kongreyê û wê şahidiya demekê dîrokî bikin.” 

AW/MAHMÛT ALTINTAŞ 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.