Dema bidawîkirina xerabiyan e

Şemî 15 Sibat 2025 - 03:30

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera 26'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyek da û got:"Doza azadiyê û gelê Kurdistanê êdî di têkoşîna têkbirina komploya navneteweyî de ti astengiyan nas nake, wê bi pêş ve biçe, Rêber Apo azad bike û hemû xerabî û xisarên komploya navneteweyî ji holê rake. Dewleta AKP'ê ya faşîst-mêtinger ku li pêşberî vê rastiya têkoşîn û berxwedanê encama ku dixwest nekarî bi dest bixe, di rewşa heyî de ji aliyekî ve bi gotina 'kilîdê digirim' dike qareqar û hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir û desteser bike, li aliyê din jî li ser bingeha êrîşên li ser qadên xwerêveberiyê yên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi mejiyekî aştiyane afirandine, dixwaze komployê bi ser bixîne. Ev dem ew dem e ku hemû xerabî û xisarên ji ber komploya navneteweyî hatin afirandin ji holê bêne rakirin. Bêguman ev armanc tenê bi azadiya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd dikare pêk were. Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ji aliyekî ve hewldanên hêja yên Rêberê me û bûyerên li ser bingeha azadiya Rêber Apo dişopînin, di heman demê de li gorî ruhê demê yê di çarçoveya doktrîna şerê demê yê nû de ku tê wateya nirxandina têkoşîna li dijî komployê, li ber feraseta parastin û rêxistiniyê sala 27'an a komploya navneteweyî pêşwazî dikin. Di vê çarçoveyê de her gerîlayên HPG'ê yên bi rêbaza têkoşînê ya demê xwe xemilandiye, weke milîtanên xwedî ruhê fedaî û biryardariya bicihanîna wezîfeyên demê ku tawîzê ji xeta têkoşînê ya demê nade, ji bo 'Roja Reş' bikin 'Roja Spî' wê bi hişmendiyeke mezin û fedakariyê bi rola xwe rabe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser bingeha ruhê fedaî yê Apoyî, performansa leşkerî ya bilind, pêngavên nû yên taktîkî û serweriya teknîkê xwe ji berxwedaneke serketî re amade dikin, ji her wezîfeya pêwîst a pêvajoyê re amade ne û wê li gorî xetê tevbigerin."

Em di azadiya Rêber APO de bi israr in

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi sernavê "Têkoşîna dîrokî ya sala 27'an a li dijî komploya navneteweyî wê Rêber Apo azad bike, komployê têk bibe û serketinê pêk bîne" daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:"Di nava şerê cîhanê yê sêyemîn de Rêber Apo yekane rêya hêviya azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e. Di salvegera 26’emîn ya komployê de ango di sedsaliya serhildana Şêx Seîd de, Rêber Apo got; ‘Ez xwedî wê hêza teorî û pratîkê de me ku vê pêvajoyê ji rewşa pevçûn û şîdetê bînim zemîna siyasî û hiqûqî.’ Rêber Apo, bi helwest û sekna xwe cardin nîşan da ku, di vê serdema dîrokî de şansê gelê Kurd û gelan ê azadiyê ji her demê bêhtir mezintir e. Pêngava Rêber Apo a li dijî hêzên mêtînger û qirker di jiyana azad de israr e. Lewma ji bo jinan jî yekane rêya xilasiyê ye. Wek artêşa Jin YJA STAR emê ji bo pêkanîna vê armancê di xeta azadiya jin de têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin, lewra em  hebûna xwe, xwebûna xwe di Rêber Apo de dibînin. Ji ber vê emê hewldan û kedên Rêber Apo ya ji bo azadiya jin daye-dide, bi encama serkeftinê re tacîdar bikin.

Ruxmê gavên dîrokî yê Rêber Apo, dewleta Tirk dixwaze pergala tevkujiya gelê Kurd ku sed sal in di meriyetê de ye bibe encamê, ser bixe lewra êrîşên xwe bi dijwarî didomînin. Lê di encama hewldanên îdeolojîk, zanistî û dîrokî yê Rêber Apo têkoşîn tê bilind kirin û serkeftin tê misoger kirin. Em wek artêşa YJA STAR û milîtanên Rêber Apo amade ne ku her pêngaveke ku Rêber Apo pêş bixe xwedî lê derbikevin û di vê oxirê de çi bê xwestin bi ruhekî fedaiyane pêk bînin."

BEHDÎNAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.