Geşedan wê berê dîrokê biguherin
Şemî 15 Sibat 2025 - 03:35
KCK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo daxuyaniyek weşand û anî ziman ku ji bo pêvajoya heyî bi serketinê encam bibe, şertê esas azadiya Rêber Apo ye. Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi vî rengî ye:“Tevî ku nîv sed sal li ser derbas bûye, hîna jî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê weke yek ji bûyerên herî girîng a divê were fêmkirin e. Hêzên modernîteya kapîtalîst ên ku nikarin statukoya heyî hîn zêdetir bi rêve bibin, jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn xistiye rojeva xwe. Ev pêvajo hîna di çarçoveya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn de didome. Rêber Apo tiştên îro diqewimin, di wê pêvajoyê de dît û biryar da ku pirsgirêka Kurd ji zemînê şer derbixe, pêşiya siyaseta demokratîk veke û bi vî rengî ji bo pêşxistina çareseriya demokratîk û ji bo têkbirina lîstoka gerdûnî, xwest biçe Ewropayê. Lê belê weke tê zanîn geşedan li gorî xwesteka Rêber Apo neqewimîne. Bi nebesiyan re xiyanetên mezin jî hatin kirin û ev pêvajoya bi esareta Rêber Apo bi encam bûye.
Di pêvajoya 26 salên ku bi têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî derbas bûye de, li Rojhilata Navîn û Kurdistanê geşedanên girîng hatine afirandin ku wê berê dîrokê biguherin.
Di encama têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî de ku ev têkoşîn bi Pêngava Azadiyê ya Gerdûnî re gihiştiye lûtkeyê, komplo tenê nehatiye pûçkirin, di heman demê de li dora paradîgmaya Rêber Apo ji bo afirandina jiyana demokratîk gavên destpêkê hatine avêtin. Ji bo afirandina vê geşedana dîrokî di serî de gelê Kurd em bang li hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jinan, mirovahiya pêşverû, her kesê ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin dikin ku piştgirî bidin vê pêvajoya ku Rêber Apo dixwaze pêş bixe û li dijî hêzên ku dixwazin vê yekê asteng bikin helwest raber bikin û hîn zêdetir têbikoşin. Em li vir careke din diyar dikin ku hêzên rola wan di komployê de heye, divê dest ji vê helwesta xwe berdin û li hember îradeya gelê Kurd rêzdar bin.”
Rêberê azad jina azad e
Daxuyaniya Koordînasyona PAJK'ê jî bi vî rengî ye:"Berxwedana di pêşengtiya Rêbertî de hatiye nîşandan pêkanînên qirkirinê binxistiye, pirsgirêka Kurd bûye mijara ku ji aliyê herkesî ve bê dîtin, li ser nîqaş bê kirin û herkes hesabê wê bike. Pêngava 'Ji Rêber Apo Re Azadiya Fizîkî, Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareseriya Siyasî' ku di pêşengtiya Gelê Kurd û dostên xwe ve 10’î Cotmeha sala 2023’an hemwext li 74 welatan hatibû destpêkirin di valaderxistina komployê de encamên girîng bi xwe re aniye. Li her aliyê cîhanê jinan jî gotin 'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye' û ji çalakiyan re pêşengtî kirin. Di encama vê têkoşîna gerdûnî de di şexsê Rêbertî a 26 salin di bin esareta mutleq de ye pirsgirêka Kurd di asta herêmî û navnetewî de gihêşt merhaleyekî ku çareseriyê ferz dike. Rojeva ku li derdorê Rêber Apo ava bûye carek din nîşan da ku hêza bingehîn a çareseriyê Rêber Apo ye. Li hemberî nîzama cîhanê ya hêzên hegemon ên kapîtalîst ku bi şer, hilweşîn, xwîn, êş û azaran re dixwaze ava bike di wateyek rasteqîn de bûye dengê hêzên modernîteya demokratîk û nîşan daye ku nîzama demokratîk ku pala xwe dide azadiya jinê pêkane ku bê avakirin. Azadiya fizîkî, tendûristî û ewlehiya Rêber Apo pêkanîn ji parçekirina pergala dîl girtinê ya Imraliyê derbas dibe. Ji bo em bikarin Rêber Apo ku ji me re bi paradîgma ya demokratîk-ekolojîk-azadiya jinê jiyanekî nû bexşandiye bigihînin azadiya fizîkî şert e ku em xwe bigihînin xetekî çalakiyên bê rawestan. Ji bo hemû çalakî û fealiyetên di vê bingehê de bêne kirin re pêşengtî kirina jinan erkekî bingehîn e. Rêberê azad heman demî jina azad e. Em bang li Jinên ku tîbûnê azadiyê ne dikin ku pêşengtî ji pêvajoya demokratîk ya ji aliyê Rêber Apo ve tê birêvebirin bikin û bi zanebûna roja qirkirina Kurd vegerînin roja azadiya Kurd biherikin qadên çalakiyê û daîmî bikin."
BEHDÎNAN