Azadiya wî azadiya me ye!
Duşem 17 Sibat 2025 - 03:30
- Bi deh hezaran kes li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herikîn meydanan û daxwaza azadiya Rêber APO kirin.
Xelkê Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji 7 salî heta 70 salî, bi hemû pêkhateyên xwe bi armanca rûreşkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO û bi daxwaza azadiya wî, herikîn meydanan.
HESEKÊ
Meclisa Bajarê Hesekê bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan mîtîngeke li Qada Azadî (Qesir El Edlî) ya bajarê Hesekê li dar xist. Pêkhateyên Hesekê, Hol, Şedadê û Til Birakê ku bi hildana posterên Rêber Abdullah Ocalan tev li mîtîngê bûn nerazîbûnên xwe li hemberî komployê nîşan da.
QAMIŞLO
Bi deh hezaran şêniyên Qamişlo, Amûdê, Til Hemîs û Tirbespiyê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişloyê kom bûn. Mîtîng ji aliyê Înîsiyatafa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşmeya, "Em roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo" hat lidarxistin.
Jinên beşdarî mîtîngê bûn cil û bergên xwe yên gelerî li xwe kirin, zarokan jî kurtikên spî yên bi nivîsa "Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye" li xwe kiribûn û wêneyên wî bi serê xwe ve girêdan.
HELEB
Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo salvegera 26‛an a dîlgirtina Rêber Abdullah tên lidarxistin de, bi hezaran xelkê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berê xwe da qadan. Ji saetên sibehê ve, şêniyên her du taxan li pêş hola 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê kom bûne, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Em roja qirkirina gelan komploya 15’ê Sibatê şermezar dikin” hildan.
GIRKÊ LEGÊ
Bi hezaran şêniyên ji bajarên Girkê Legê, Çilaxa, Rimêlan û Til Koçerê li Qada Şehîd Xebat a li rojhilatê bajarê Girkê Legê kom bûn, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û diruşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” û”Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” hildan.
Çalakiya girseyî bi diruşma “Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo” bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
REQA
Bi hezaran şêniyên bajarê Reqayê ji bo ku tev li meşa girseyî ya ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bibin, li Qada Jina Azad a bajar kom bûn.
Meşê ji Qada Jina Azad ber bi Çerxerêya El Neîm dest pê kir. Beşdaran pankartên bi nivîsa "Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo" hilgirtin û dirûşmên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berz kirin. Piştî ku meş gihaşt Çerxerêya El Neîm veguherî mîtîngê.
DIRBÊSIYÊ
Bi hezaran şêniyên Dirbêsiyê, Til Temir û Zirganê yên kantona Cizîrê bi boneya salvegera 26‛an a Komploya Navneteweyî çalakiyeke protestoyî li dar xist û got ew heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pabendî têkoşînê ne û wê roja reş vegerînin roja azadî û serkeftinê. Şêniyên ji her sê bajaran li qada bajarê Dirbêsiyê kom bûn, qad bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.
KOBANÊ
Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê li Kantona Firatê bi meşeke ku deh hezaran kes tevlî bûn, hat şermezarkirin. Piştî meşa ku heta dawiya Kolana 48`an dewam kir, ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin û axaftin hat kirin. Piştî axaftinê çalakî dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.
DÊRIK
Înîsiyatîfa Gel a Ji Bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Dêrikê bi armanca şermezarkirina salvegera komploya 15’ê Sibatê, bi dirûşmeya "Em ê roja reş bikin roja azadiya Rêber Apo" li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger mitîngek lidar xist.
Di mitînga ku bi hezaran kes beşdar bûn de, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmeyên, "Bê Serok jiyan nabe" û "Azadiya Ocalan azadiya gelên herêmê ye" hatin berzkirin.
TEBQA
Bi hezaran şêniyên kantona Tebqayê bi hemû pêkhateyên xwe, şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî, rêxistin û tevgerên jinan, kesayetên olî, rêxistinên civakî û koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê ji bo şermezarkirina 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî (15 Sibat) ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.
Piştî mesa ku heta Çerxerêya El Hadirî ya li taxa Duyemîn (El Sanî) dom kir, mitîngek hat lidarxistin. Mîtîng bi gerandina xelkên dîlanan û berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN