Dewleta Tirk gundên Başûr vala dike

Şemî 31 Tebax 2024 - 01:25

Ajansa Nûçeyan a Mehrê ya Îranê derheqê dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê nûçeyek belav kir û got dewleta Tirk ji bo ku baregehên xwe li herêmê ava bike, gundên başûr dide valakirin û bêgav dihêle ku şêniyên herêmê koçber bibin.

Dewleta Tirk ku li dijî Başûrê Kurdistanê, bi hevkariya malbata Barzanî tevgera dagirkirinê daye destpêkirin, dibe sedem ku gundên li Zozanên Gareyê yê herêma Kurdistanê ji mirovan vala bibe û bibe çol. Dewleta Tirk ji bo ku leşkerên xwe yên dagirker li herêmê bi cih bike bi zanebûn, bi êrîş, bombebaran û bi terora xwe herêmê dide valakirin. 

Ajansa nûçeyan ya Mehr ya Îranê, derbarê êriş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê, valekirina gundan û bicihkirina leşkeran, nûçeyek belav kir. 

Li gorî nûçeyê, gundên li zozanên Gareyê ya li Herêma Kurdistanê, ji ber şer û êrişên dagirkeriya Tirkiyeyê, ber bi çolbûnê ve diçin. Di heman nuçeyê de tê gotin ku xelk gundên xwe çol dikin. Li gorî heman nûçeyê, dewleta Tirk zorê li şêniyê herêmê dike ku erdên xwe  berdin û wan bêgav dihêlin ku koçber bibin, çikû yek ji armanca dewleta Tirk ew e ku li herema navborî baregehên xwe li bilindahiya rêzeçiyayên Gareyê deyne. 

Heta niha ji ber ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk bi dehan gund hatine şewitandin û dewleta Tirk bi PDK’ê re hewl dide herêmê ji xelkê bide çol kirin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.