Dewleta Tirk çeteyan rêxistin dike

Duşem 29 Nîsan 2024 - 00:18

Li herêmên dagirkirî pevçûn û nakokiyên navbera komên çeteyan û dewleta Tirk kûr dibin. Di sala 2018’an de beriya dagirkirina Efrînê hinek komên biçûk ku Tirkiye ew wekî nakokî didîtin, di nava komên mezin de hatin helandin û hejmara wan daxist 36’an. Piştî dagirkirina Serêkaniyê careke din di nava komên çeteyan de guhertin hatin çêkirin. Dewleta Tirk bi riya MÎT’ê plan kir ku komên Turkmenî li ser hemû komên din serwer bike. Di çarçoveya vê planê de gelek çete şandin Lîbya, herêma Qerebax a ku bûye sedema şerê Azarbaycan û Ermenîstanê. Li gorî planên MÎT’ê, komên di feyleqa yekemîn de yên wekî Ehrar El Şerqiye, Ceyş El-Şerqiye û Firqeya 20’an wekî Tevgera Tehrîr û Bînaa hatin rêxistinkirin. 

Çete bihev ketin

Piştî van guhertinan di nava çeteyan de nakokî zêdetir bûn. Di navbera komên çeteyan de piraniya sala 2023’yan de pevçûn derketin. Li gorî çavkaniyan bi perspektîfa MÎT’ê hat plankirin ku hemû komên çeteyan bixin bin kontrola çeteyên Sultan Murat û yên li dijî siyaseta Tirkiyeyê derdikevin jî bi destê Feyleqa Duyemîn werin tasfiyekirin. Tecemû El-Şehba bi piştgiriya HTŞ’ê hat avakirin û çeteyê bi navê Hisên Esaf Ebû Tewfîq serkêşiya wê dike. Komên çeteyan ên bi navê Ehran El-Tewhîd, Elhar El-Şam beşa rojhilat (Ehrar Olan), Nureddin El-Zenkî di nava Tecemû de cih girtin. Ev beşa çeteyan li dijî komên ku rasterast girêdayî MÎT’ê ne. Komên bi navê Firqet El-Hemzet û Suleyman Şah di nava Quwet El-Tensîq de cih girtin û li gorî planên MÎT’ê tevdigerin, lê rasterast dijminahiya HTŞ’ê nakin. Çavkaniyan diyar kirin ku ev yek li gorî plana MÎT’ê tê meşandin. Komên bi navê Firat El-Mutesim û Cebhe El-Şamiye jî di nava Qiwet El-Miwehed de cîh girtin. Ev yek piştî ku serçeteyê HTŞ’ê Mihemed El Colanî li bajarê Dîlokê bi berpirsên payebilind ên MÎT’ re civiya, pêk hat. Di meha Adarê de serokê ‘Hikumeta Demkî!’ Ebdurrehman Mistefa û serokê Îtîlafa (Serokê Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Muxalefeta Suriyeyê!) Hadî El Behra li gel komek çeteyan dema dixwestin derbasî Ezazê bibin, ji aliyê xelkê herêmê ve hatin protestokirin. Li ser vê yekê berpirsên payebilind ên MÎT’ê ku hat gotin Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin ji heye, çûn herêmê, lê ew jî hatin protestokirin. Li herêma Babê jî dîsa xwepêşandan hatin lidarxistin û alozî derketin, kuştin û birîndarbûn çêbûn.

MÎT’ê dest li komên çete werda

Piştî van aloziyan MÎT’ê dîsa mudaxeleyî koman kir û komên bi navê Tecemû Şehba û Qiwet El-Tensîq xistin hedefa xwe. Rayedarên MÎT’ê ji van koman xwest ku yan vegerin bin sîwaneya Artêşa Niştimanî!, yan jî dê werin tasfiyekirin.

Di encama mudaxeleyên MÎT’ê de komên bi navê Nureddin El-Zenkî, Ehrar El-Tewîh, Cebhe El-Şamiye û Firqet El-Mutesim ji eniya Tecemû Şehba vekişiyan. El-Zenkî û El-Mutesim tevlî Feyleqa 2’yemîn, El-Tewîh û El-Şamiye jî tevlî Feyleqa 3’yemîn bûn. Ji eniya Tecemu Şehba tenê komên bi navê Ehrar Olan û Siqûr Ezaz qebûl nekirine ku tevlî Artêşa Niştimanî bibin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk a dagirker di encama gelek operasyonan de bi taybet endamên van herdu koman ên li ser deriyên sînor ên bazirganiyê girtin û tasfiye kirin. Gelek noqteyên leşkerî yên di destê van koman de jî bi hinceta ku dê guhertin çêbibe ji destê wan hatin derxistin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.