Devê xwe li neheqiyê dirûtin

Yekşem 28 Tebax 2022 - 22:12

  • Neheqiya hikûmeta Hewlêrê kir ku Hepsa Mezin a Hewlêrê du girtî devê xwe bidirûn û dest bi rojiya mirinê bikin. Ji girtiyên Behdînanê yên di grevê de beriya bi sê rojan yekî lingekî xwe ji dest dabû. Lê PDK heta niha dest werdide dosyayên girtiyan û nahêle ku bi şert bên berdan.  

Serokê Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê, Beşdar Hesen ragihand ku li Girtîgeha Çaksazî ya Gewran a Hewlêrê 2 girtiyan ji ber nikarin sûdê ji ‘Berdana bi merc’ bigirin devê xwe dirûtine û  ji bo bersiva daxwaza wan were dayîn, dest bi rojiya mirinê kirine. Ev her du girtî jî weke qederê 50 girtiyên din ên Behdînanê ji 21´ê Tîrmehê ve di greva birçîbûnê de bûn. Ji nûnerên girtiyên Behdînanê Eyhan Seîd jî bal bire ser neheqiyên li girtiyan tên kirin û got, kîneke şexsî li dijî girtiyên Behdînanê heye. 

Serokê Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê, Beşdar Hesen ji Rojnewsê got, “Li Girtîgeha Çaksazî ya Gewran a Hewlêrê ji ber ku ji ‘Berdana bi merc’ sûdê nabînin, 2 girtiyan devê xwe dirût û dest bi rojiya mirinê kir. Yek ji wan girtiyan, navê wî (H.E) ye û ev 6 sal in di girtîgehê de ye. Navê yê din jî (I.R) ye û 4 sal û 4 meh in di girtîgehê de ye.”
Serokê Tîma Parêzerên Girtiyên Behdînanê Beşdar Hesen wiha dewam kir: “Bi berdana bi merc gelek kesên din hatine berdan, lê ji ber ku ev herdu kes nikarin jê sûdê bibînin helwêsta xwe ragihandine. Niha rewşa girtiyan nebaşe û ragihandine ku yan wê dosya wan were alîkirin, yan jî wê heta mirinê di grevê de bin.”

Hêjayî gotinê ye ku di 26’ê Tebaxê yek ji girtiyên di Girtîgeha Çaksazî ya Gewranî ya Hewlêrê de di greva birçîbûnê de, lingehekî xwe ji dest da û laşê wî ber bi îflasê ve diçe.

Biryar bû ji berî Cejna Qurbanê hejmarek girtiyên Behdînanê werin berdan, lê li gorî parêzaran, ji ber ku destkarî li dosya wan hatiye kirin, heta niha nehatine berdan.

Nefreteke şexsî heye 

Pêvajoya girtina çalakvan û rojnamevanên Behdînanê di 13’ê Tebaxa 2020’an de destpê kir û zêdetirî 80 kes hatibûn girtin. Hê jî bi dehan rojnamevan, çalakvan û welatiyên daxwaza mafê xwe kiribûn, di girtîgehê dene. Komek girtiyên Behdînanê ya ji qederê 50 kesan, ji 21’ê Tîrmehê ve di gireva birçîbûnê de ne, her ku diçe rewşa wan xirabtir dibe.

Jin nûnerên girtiyên Behdînanê, Eyhan Seîd bi daxuyaniyekê ragihand ku rewşa girtiyên di gireva biçûbûnê de yên li Girtîgeha Çaksazî ya Mezin a Hewlêrê nebaş e. Wî da zanîn ku destwerdana hizbî bi awayekî eşkere rêgirî li kirinên yasayî yên ku ji aliyê îdareya çaksazî û dadgehê ve were kirin, dikin.

Eyhan Seîd di dewamê de got, “Em aliyên peywendîdar yên navxweyî û navneteweyî agahdar dikin, her ziyaneke ku li girtiyên me bibe, berpirsê wê, aliyên îdarî û ewlehiyê yên Girtîgeha Çaksaziyê ku di bin kontrola PDK’ê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.”

Bi hincetan pêvajoyê radiwestînin

Eyhan Seîd bi bîr xist ku li ser pêşniyaza Wezîrê Karûbarên Civakî, komîteyek sêalî ya ji Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan, Rêveberiya Çaksaziyê, Rêveberê Îdarî ya Girtîgehên Çaksaziyê, ji bo şopandina rewşê û rêkarên yasayî hatibû avakirin û wiha peyivî: “Lê heta niha ku piştî derbazbûna zêdetirî mehekê tenê şopa tiliya hinek girtiyên di grevê de hatiye girtin. Li pêşiya pêngavan astengî tên çêkirin û her carê bi hincetên bê mantiq pêvajo tê rawestandin. Divê destûrê bidin parêzeran da ku zû biçin serdana girtiyan. Nabe ku her bi hincetên ne maqûl serdanên saziyên navneteweyî, Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamenê û aliyên din bên astengkirin.”

Eyhan Seîd xwest komîteya sêalî bi berdewamî li çaksaziyê amade be û nunerekî parêzerî bigirin: “Divê ji aliyê Wezareta Karûbarên Civakî ve bi erkdarkirina Wezareta Karên Civakî ji bo nirxandina rewşa tenduristiya girtiyan û dayîna ferman û testên pêwîst komîteyeke pispor a tenduristiyê bişîne çaksaziyê.”

Eyhan Seîd di dawiyê de got, pêwîst e zû girtî werin berdan: “Tişta tê kirin nefreta siyasî û binpêkirin e. Erkê her kesî ye ku li ser wê helwêstê nîşan bide.”

Hêjayî gotinê ye 5 girtiyên Şêladizê yên bi navê Yusif Şerîf, Mehmûd Nacî, Kovan Tarîq Cubraîl, Emced Yusif û Nêçîrvan Hacî di 21’ê Tîrmehê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Heman rojê koma duyem jî ji bo piştgiriyê dest bi greva birçîbûnê kir. Niha qederê 50 girtiyên Behdînanê di greva birçîbûnê de ne.

ROJNEWS/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.