Dêra Çengîllî êdî dirûxe

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 30 Mijdar 2023 - 00:58

ROJDA AYDIN / JINNEWS / QERS

Her bajar, gund û xaka Kurdistanê xwedî li dîrokekî ye. Bi taybetî avahiyên dîrokî yên aîdê ermeniyan ku her yek xwedî çîrokekî ye, îro bi hilweşandinê re rû bi rû ne. Ji van avahiyên dîrokî yek jê Dêra Çengîllî ya li gundê Çengîllî ya navçeya Qaxizmana Qersê ye. Dêra Çengîllî ku ji piştî zayînê sedsala 10’emîn de maye heta vê rojê, terkê qedera xwe hatiya kirin. Dêr bi xeteraya hilweşandinê re rû bi rûye. Dêra Çengîllî ya serdema navîn a ku ji aliyê bawerî û çandê ve xwedî li girîngiyeke mezin e. Her wiha ji aliyê Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ve weke “Hebûna çandê ya nayê veguhestin” hatiye qeydkirin. Dêr ji ber ku ne di bin parastinê de ye, niha weke axûr tê bikaranîn û xelkê gund ka ya xwe dikine hundirê wê û zibilê sewalan li dora wê dirijînin. Dêra ku bala tûrîst û lêkolîneran dikişîne li bendê ye ku ji aliyê rayedaran ve bê restorekirin û parastin. Dêra Çengîllî, P.Z. di dawiya sedsala 10’emîn de hatiye avakirin, wek planek xaçê hatiye çêkirin. Hûndire dêrê 20x15 metre dirêj e, 25 metre bilind e, qûbeya wê ya ku ji 9 metre bejna wê bilind dibe, dişibe wek konekî bi teşe. Li aliyê rast û çepê dirêjahiya rojava ku deriyê sereke yê dêrê ye, derî hene. Li ser deriyê têketinê hêmanek xemilandî heye ku yek metre ji rast û çepê derdikeve û dişibe nîvdorek bi qalindahiya 1,8 metre. Li ser van xemilandinan paceyek bilind heye. Beşa qubeyê dişibe konekî tûj û li aliyê rastê 12 paceyên wê hene. Dêr di sala 1791’ê de hatiye tamîrkirin û di dema tamîrkirinê de nivîsa li ser deriyê têketinê hatiye danîn. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.